'Gelo di avakirina demokrasiyê de dê polîtîkayên we ji bo jinan çi bin?' 2023-04-05 13:40:37   STENBOL - Komeleya Wekhevî û Şêwirmendiyê ya SES’ê ji bilî Tifaqa Cumhurê ji partî û tifaqên din ku diçin hilbijartinê pirsa, “Gelo di warê jinan de dê polîtîkayên we çi bin?” kir û xwest wekeheviya zayendî di nava qanûnên partiyên siyasî û hilbijartinê de cih bigire.    Komeleya Wekhevî û Piştevaniyê ya SES'ê li ser hilbijartinên 14'ê Gulanê civîna çapemeniyê li dar xist. Endamên Komeleya Karsazên Jin (KAGÎDER), Platforma Jinan a Wekheviyê (EŞÎK), Komeleya Ez ê Hilbijêrim û nûnerên partiyên siyasî beşdarî civîna li restoranta Beyoglû ya Stenbolê hat lidarxistin bûn.    ‘GELO WÊ POLÎTÎKAYÊN WE JI BO JINAN ÇI BIN?’   Seroka Komeleya SES’ê Gulseren Onanç axivî û diyar kir ku ew ê di 14’ê Gulanê de destpêkek nû bikin û got: “Dê dîsa bihar were welêt. Di vê pêvajoya ji nûve avakirinê de wê jin bi çi rolê rabin? Di avakirina demokrasiyê de polîtîkayên jinan wê çawa bin? Em van pirsan dikin. Ji ber ku heta niha me bersivek ji Tifaqa Millet wernegirtiye. Di nivîsên hatine nivîsandin û ravekirinên heta niha hatine kirin de em nikarin bersivên ku em lê digerin bibînin. Haya we ji xetereya li pêşiya me heye? Partiyên ku tev li Tifaqa Cumhur bûn bi HUDA PAR û Partiya Refahê re qanûna bi hejmara 6284’an xistin protokola tifaqê. Ev ne pêşketineke nû ye. Ev pêngav pêngava dawî ya pêvajoya birêxistinkirina mafên jinan li gorî daxwazên îslamiyan e ku ji sala 2010’an ve didome. Pêşbînkirina ku dê bêtir werin ne pêxemberîtî ye. Ev beşên ku di qada siyasî de nexwestin bi eşkereyî nêrînên xwe yên li dijî mafên jinan bînin ziman, niha cesaret dîtine ku bi eşkereyî bibêjin ku ew li dijî qanûna jimare 6284’an û Peymana Stenbolê ne. Dibe ku çend parlamenterên van her du partiyan di hilbijartinan de bi ser bikevin û meşrûiyeta eşkerekirina van nêrînan li Meclisê bi dest bixin.”   Piştre akademîsyen-nivîskar Serpîl Sancar jî axivî û bal kişand ser mafên jinan û xwest wekeheviya zayendî di qanûnên partiyên siyasî û hilbijartinê de cih bigire, pêşî li astengiyên li ber jinan bê rakirin û jin di siyasetê de bi awayek aktîf cih bigirin.