OHD’ê rapora lehiyê eşkere kir: Şeredarî û AFAD’ê tevî hişyariyan jî tevdîr negirtin 2023-04-05 13:54:32   RIHA  - Şaxa OHD a Rihayê rapora xwe ya têkildarî lehiya 15’ê adarê ya li Riha û Semsûrê eşkere kir û got ku tevî hişyariyan jî şaredarî û AFAD’ê tevdîr negirtin û rê li ber karesateke mezin vekirin.    Komîsyona Ekolojiyê ya Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Rihayê rapora xwe ya têkildarî lehiyên di 15’ê adarê li Riha û Semsûrê eşkere kir. Daxuyanî li avahiya komeleyê hate dayîn û endam û rêveberên OHD’ê tev li bûn. Rapor ji aliye Berdevka Komîsyonê Ayşe Şehrîban Demîrel ve hate xwendin.   Demîrel bi bîr xist ku di encama lehiye de li Semsûr û Rihayê 21 kesan jiyana xwe ji dest dan. Demîrel, got ku di 27’ê adarê de dîsa lehî rabûn û bûne sedema ziyanên madî. Bi domdarî Demîrel bal kişand ser rapora Kêmkirina Rîska Karesatê (IRAP) ya 2021’an û wiha domand: “Di raporê de ji bo çeman hişyarî dihat kirin. Çemên Cavşak Karakoyun, Akpinar Mance û Sirrin di baranê de rabûn. Şaredarî û AFAD’ê tevî hişyariyan jî tu tevdîr negirtin. Guh nedan raporan û ji ber bêtevdîriya wan, barana zêde veguherî karesatê.”    Bi domdarî Demîrel ji bo rewşên wiha dîsa neqewimin ev pêşniyar kir: “   *Ji bo tevdîrên pêwîst û bicihanîna pêdiviyan, divê di rewşên wiha de demildest herêm yekser weke ‘herêma afetê’ were ragihandin.    * Divê dest ji polîtîkayên destûra îmarê ku rê li ber islehkirina rûbaran, guhertina rêgeha rûbaran, tijekirina qadan û bajarvaniya çelexwarî vedike were berdan. Divê xebatên heyî jî bên sekinandin.    *Li dijî nexweşiyên epîdemî û enfeksiyonê yên piştî lehiyê derdikevin, divê sîteya tenduristiyê bê vakirin û ceyran, av, telefon û xizmetên tenduristiyê bêpere bên dayîn.   * Ji ber îxtîmala ku dîsa lehî rabin, divê xebatên tespîtkirin û veguhestinê bên kirin û ziyanên welatiyên jiyana xwe ji dest dane ji hêla saziyên cemaweriyê ve bên tenzîmkirin.    * Divê ji xwediyên milk û kirêdarên ku piştî lehiyê xaniyên wan ‘xesar gihiştiyê’ derfetên vehewînê bên afirandin û alîkariya mal û kirêyan pê re bê kirin.    *Rêveberiya ku di warê birêvebirina krîzê de ji pêdiviyên gel dûr e, divê li gorî nêrînên saziyên pîşeyî, zanyar û platformên sivîl ên pispor ên di mijarê de tevdîrên pêwîst bigire.    * Divê xemsariya beriya lehiyê û piştî karesata lehiyê bê tespîtkirin û der barê kes û rayedarên saziyan de serlêdana sûc bê kirin.   * Ji bo tespîtkirina berpirsyartiya îdareyê û pêşwazîkirina zirara welatiyan, divê pêvajoya doza îdarî were destpêkirin.    * Divê qirêjiya ku piştî lehiyê li gol û rûbaran çêdibe were tespîtkirin û bandora qirêjiya ya li ser zindiyên avê were ragihandin.    *Divê envantera ajalên ku piştî lehiyê jiyana xwe ji dest dane bê girtin û aqûbeta ajalên bêxwedî bê lêkolînkirin.   *Tê payîn ku li herêmên erdhejê barîneke zêde bibare, ji bo pêşîlêgirtina ziyanan divê tavilê tevdîr werin girtin û pirsgirêka xaniyên jêbawer were çareserkirin.    *Ji bo parastina Golamasiyan û deverên din ên çandî ku ji lehiyê bandor bûbûn, hewceye tevdîrên pêwîst bên girtin.    *Divê zeviyên çandiniyê, dexlûdan û darên ji lehiyê ziyan dîtin bên tespîtkirin û ji bo tenzîmkirina ziyanan xebat bên destpêkirin.”