Rojnameger Alataş di 13’emîn salvegera qetilkirina xwe de hat bibîranîn 2023-04-05 14:22:06   EDENE - Xebatkarê rojnameya Azadiya Welat Metîn Alataş di 13’emîn salvegera qetilkirina xwe de li ser gora xwe hat bibîranîn.    Belavkarê rojnameya Azadiya Welat Metîn Alataş di 4’ê nîsana sala 2010’an de li navçeya Seyhan a Edeneyê hate qetilkirin û cenazeyê wî bi darekê ve hilayîstî hatibû dîtin. Bi ser qetilkirina Alataş re 13 sal derbas bûn. Alataş, di 13’emîn salvegera qetilkirina xwe de li ser gora xwe ya li Goristana Kuçukobayê hate bibîranîn. Malbata Alataş, Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Xizmên Xwe Windakirin re ya Behra Spî (AYKAY-DER), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Behra Spî Edene (AATUHAY-DER), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û endamên Meclisa Dayikên Aştiyê tev li merasîma bîranînê bûn.    ‘KUJER NEHATIN GIRTIN Û NEHATIN DARIZANDIN’   Merasîm, bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştre jî Hevseroka AYKAY-DER’ê Nîmet Tekîn axivî û got ku dê têkoşîna Alataş bidomînin. Dayika Alataş, Hatûn Alataş jî diyar kir ku mîna dosyayên Mûsa Anter (Apê Mûsa) û Kardî Bagdû, di dosyaya kurê wê de jî faîl nehatine girtin û nehatine darizandin. Alataş, got ku heta kujer tên girtin û darizandin dê têkoşîna xwe bidomînin.    Di merasîmê de beşdaran rojnameyên Yenî Yaşamê û gul danîn ser gora Alataş. Piştre jî beşdar çûn serdana gora belavkarê rojnameya Azadiya Welat Kadrî Bagdû ku hatibû qetilkirin.