Jinekê li Wanê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da 2023-04-05 14:34:16     WAN - Li navçeya Elbak a Wanê jineke ciwan bi awayeke guman jiyana xwe ji dest da.    Jina ciwan a bi navê Hasret Boguşayan duh li gundê Bebleşîn ê Elbak a Wanê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da. Li gorî agahiyan; cenazeyê Boguşayan ji hêla xizmên wê ve li mala ku lê dima hate dîtin. Li ser vê yekê xizmên Boguşayan agahî dan tîmên cendirme û tenduristiyê. Bi hatina tîman re cenazeyê jina ciwan ji ewil rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Elbakê û ji wir jî birin Saziya Tipa Edlî (ATK) a Kampusa Zanîngeha Yuzuncu Yilê. Piştî kar û barên otopsiyê jî cenazeyê Boguşayan li goristana gundê Bebleşînê hate definkirin.    Serdozgeriya Komarê ya Elbakê têkildarî bûyerê lêpirsîn da desptêkirin.