Ji bo bîranîna qurbaniyên erdhejê dar hatin danîn 2023-04-05 14:37:16 WAN - WAN ÇEVDER’ê, ji bo bîranîna kesên di erhejê de jiyana xwe ji dest dan, dar danîn.    Komeleya Piştevanî û Lêkolînê ya Parastina Berhemên Dîrokî û Hawirdorê ya Wanê (WAN ÇEVDER) ji bo kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane li Taxa Adiyaman a Wanê dar danîn. Piştî danîna daran daxuyaniya çapemeniyê hate dayîn. Endamên Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Wanê, Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Baroya Wanê beşdarî daxuyaniyê bûn.    ‘POLÎTÎKAYÊN BÊMIROVKIRINÊ DIDOMIN’   Parêzer Jiyan Ozkaplan a metna daxuyaniyê xwend, bal kişand ser êrişên li ser xwezaya Kurdistanê. Ozkaplan, diyar kir ku li Tirkiyeyê û Kurdistanê her ku diçe birîna daristanan zêde dibe û wiha got: “Bi taybetî em li Kurdistanê bi polîtîkayên bêdaristaniyê re rû bir û ne. Ji bilî daristanên di pêvajoya şer a li Kurdistanê tê meşandin de, di salên dawî bi hinceta ‘ewlehiyê’ bi hezaran dar ji kokê hatin jêkirin û polîtîkayên bêdaristanî û bêmirovkirinê didomin.”   Ozkaplan, bi lêv kir ku di erdhejên navenda wan Mereş de ji ber mekanizmayên li ser bingeha rantê hilweşîneke mezin çêbû û wiha berdewam kir: “Bi hezaran mirovan û zindiyan jiyana xwe ji dest dan û hema bêje jîngeh ji holê rabûn. Desthilatê piştî vê karesatê bi heman hişmendî, bi rêbazên ne demokratîk û ekolojîk bilez ket nava pêvajoya çêkirina avahiyan. Ev yek ji ber rant û sedemên polîtîk in. Em çalakiya xwe ya danîna daran diyarî kesên îsal di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane. Em hemû civakê vedixwînin ku ji bo çandina şitilan bi me re hevpariyê bikin.”