Şenyaşar: Yên li hemberî zilmê xwe bêdeng dikin dê têk biçin 2023-04-05 14:46:39   RIHA - Emîne Şenyaşar di çalakiya Nobeta Edaletê de axivî û wiha got: “Tu ceza nedan kesên ku malbata min qetil kirin. Lê kurê min bû 6 sal di girtîgehê de ye. Ez dixwazim di vê cejnê de kurê min were berdan û wî bibînim.” Ferît Şenyaşar jî got ku yên li dijî zilmê bêdeng dê têk biçin.   Xizm û parazvanên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê Hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûs a Rihayê êrişî Malbata Şenyaşar kiribûn. Di encama êrişê de hevjînê Emîne Şenyaşarê û du kurên wê hatibûn qetilkirin. Li ser vê yekê Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar di 9’ê Adara 2021’ê de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kiribûn. Çalakiya Malbata Şenyaşar di roja 744’an de berdewam dike. Emîne û Ferît Şenyaşar, di saetên serê sibehê de ji Pirsûsê hatin ber deriyê Edliyeya Rihayê. Malbatê, li cihê çalakiyê pankarta “Ji bo Malbata Şenyaşar edalet” vekirin û dest bi nobetê kirin.    Di çalakiyê de ji ewil Ferît Şenyaşar axivî û bal kişand ser gotinên Wezîrê Dadê Bekîr Bozdag ên têkildarî malbatê li pêşiya rêxistinên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) hatine rûniştandin. Şenyaşar, wiha got: “Dema wezîrê dadê tê Rihayê, ji deriyê paşê ve dikeve hundir. Wezîr, rewşa vê dayikê baş dizane. Wezîrê dadê vê dayikê nabîne lê dema diçe Amedê wekî berdevkê malbatên li ber HDP'ê rûniştine tevdigere. Ev cihêkarî ye, faşîzm e. Her kesê tu berjewendiyên wan ên aborî bi îktîdarê re tune, piştgiriyê didin me. Em ê heta dawiyê têbikoşin. Ev serdem dê biguhere û îktîdara zilmê dê têk biçe.”   ‘YÊN LI DIJÎ BÊEDALETIYÊ BÊDENG DÊ TÊK BIÇIN’   Bi domdarî Şenyaşar rexneyên Bozdag ên ji ber pêlêkirina cilnimêjê li namzetê serokkomariyê yê Tifaqa Milet Kemal Kiliçdaroglû dike bi bîr xist û wiha derbirî: “Nobeta dayikan a edaletê di rojeva Tirkiye û Meclisê de ye lê deng ji îktîdarê dernakeve. Wezîrê dadê têkildarî cilnimêjê daxuyaniyan dide. Lê li gel ku ji edaletê berpirsyar e jî têkildarî têkoşîna dayikê yek gotinê nake. Ji ber ku yek ji şirîkên vê zilmê ye, lewma li dijî neheqiyê bêdeng dimîne. Yên li hemberî vê bêedaletiyê bêdeng, dê têk biçin.”   ‘MA EW KOR IN KU ME NABÎNIN?’   Piştre jî Emîne Şenyaşar axivî û diyar kir ku ew rojiya xwe li ber deriyê edliyeyê digirin. Şenyaşar, axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em nikarin fitareya xwe li malê vekin. Her kesê xwedî wijdan tê vê derê û fitareya xwe bi me re vedike. Heta edalet pêk tê jî em li vir rûnin. Min par hemû rojiyên xwe li vir girtin. Ev bû 6 sal ku kurê min di hucreya yekkesî de tê ragirtin. Ma ew rewşa me nabînin? Ma dengê me nabihîsin? Ma ew kor in? Du kurên min û hevjînê min qetil kirin û kurekî min jî xistin hefsê. Hem dewlet û hikûmet û hem jî hemû cîhan bi rastiyê dizane. Malbata min parçe kirin. Yên ku malbata min qetil kirin ne ketin girtîgehê û nehatin cezakirin. Ez dixwazim ku kurê min di vê cejnê de were berdan. Dixwazim di vê cejnê de kurê xwe bibînim.”