Nobeda Jiyanê: Xelkê neçarî koçberiyê dikin 2023-04-05 15:45:59   HATAY - Mexdûrê erdhejê Mehmet Alî Ergîn di çalakiya Nobeda Jiyanê ya li Samandagê de axivî û diyar kir ku bi qirêjkirina hawirdorê hewl didin ku xelk ji neçarî ji warên xwe koçber bibe.    Li navçeya Samandaga Hatayê kavilên avahiyên di erdhejê de hilweşiyane li derdorê û li Qada Miheyla Kuş û li taxa Yeşîlkoyê tên valakirin. Li dijî valakirina kavilan xelkê navçeyê 3 rojin Nobeda Jiyanê didomîne. Hawirdorparêz û mexdûrên erdhejê li taxa Yeşîlkoyê hatin cem hev û li cihê kavil lê tên valakirin daxuyanî dan.    Hevseroka Sendîkaya Kedkarên Tenduristiyê û Xizmeta Civakî (SES) a Şaxa Hatayê Meryem Avci axivî û ew naxwazin kavil rê li ber felaketek din vekin û valakirina van kavilên bêserûber zirarê didin tenduristiya xelkê û xwezayê.    POLÎTÎKAYA KOÇBERIYÊ    Ji mexdûrên erdhejê Mehmet Alî Ergîn jî axivî û da zanîn ku ji roja ewil a erdhejê ve dewlet bi awayek sîstematîk xelkê ji ser axa wan dûr dike û bi qirêjkirina hawirdorê hewl didin ku xelkê ji warên wan koçber bikin û neçarî koçberiyê dikin.   Çalakî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.