Tirkiyeyê qada xwe ya hewayî ji geştên Silêmaniyeyê re girt 2023-04-05 15:46:23 NAVENDA NÛÇEYAN - Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê bi daxuyaniyekê ragihand ku qada xwe ya hewayî li ber geştên balafiran ên Balafirgeha Navneteweyî ya Silêmaniyeyê bi kar tînin girtiye.    Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê bi daxuyaniyekê ragihand ku ji 3’yê nîsanê ve qada hewayî ya Tirkiyeyê li ber daketin û hewabûna balafirên ku dê Balafirgeha Navneteweyî ya Silêmaniyeyê bi kar tînin girtiye. Berdevkê Wezareta Karên Derve Tanju Bîlgîç têkildarî mijarê axivî û “Xebatên PKK’ê” weke hincet nîşan da. Hat diyarkirin ku biryar dê heta 3’yê tîrmeha 2023’yan bidome û li gorî pêşketinan dîsa were nirxandin.