Li 5 navçeyên Wanê buroyên hilbijartinê hatin vekirin 2023-04-05 16:28:39   WAN - Partiya Çep a Kesk, li navçeyên Erdîş, Westan, Bêgirî, Ebex û Payizavayê buroyên hilbijartinê vekir û ji bo serkeftinê banga mezinkirina têkoşînê hat kirin.    Partiya Çep a Kesk li navçeyên navçeyên Erdîş, Westan, Bêgirî, Ebex û Payizavayê yên Wanê buroyên hilbijartinê vekir. Bi sedan kes tev li pîrozbahiya vekirina buroyan bûn.    Li navenda Erdîşê vekirina buroyê bi rêzgirtinê dest pê kir. Bi sedan kesên beşdarî vekirina buroyê bûn dirûşmeya “şehîd namirin” berz kirin. Hevserokê DBP’a Wanê Harûn Okay di şahiyê de axivî û got: “Di serî de em azadiya birêz Ocalan û tevahiya girtiyên azadiyê dixwazin û divê demildest bên berdan. Her ku em li ber xwe bidin em ê bi ser bikevin. Lewma di pêşiya me de hilbijartinek dîrokî heye û ji bo em di vê hilbijartinê de bi ser bikevin divê em bikin. Gelê kurd tevî hemû zextan jî wê li ber xwe bide.”    ‘GELÊ KURD LI BER XWE DIDE’    Hevberdevka Partiya Çep a Kesk a Wanê Gonul Ûzûnay jî axivî û li her qadê gelê kurd li ber xwe dide û û got: “Werin em bi hev re vê îktidara faşîst hilweşînin.”    Li navçeya Ebexê jî buroya hilbijartinê ya Partiya Çep a Kesk hat vekirin. Gelek kes tev li bûn û govend gerandin. Dayikên Aştiyê kurdeleya buroyê birîn û vekirina buroyê pêk anîn.    Her wiha Partiya Çep a Kesk li navçeyên Bêgirî, Westan û Payizavayê jî buroyên hilbijartinê hatin vekirin û bi sedan kes tev li bûn.    VEKIRINA BUROYA MEZIN SIBÊ YE    Vekirina buroya navendî ya Partiya Çep a Kesk li navenda Wanê pêk tê. Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar dê beşdarî vekirina buroyê bibe. Buroya hilbijartinê dê li Kolana Hunerê bê vekirin.