Di doza destdirêjiyê ya cerdevanan de 94 sal ceza 2023-04-05 19:19:49       ŞIRNEX - Di danişîna biryardayînê ya S.A.'yê de ku li Dêrahinê cerdevanan bi awayekî sîstematîk dest dirêjî wê kiribû û dêmariya wê fuhûş lê ferz kiribû, şandeya dadgehê bi giştî 94 sal û 15 roj cezayê girtîgehê li sûcdaran birî.    Li bajaroka Dêrahinê ya Qilebana Şirnexê, S.A. bi awayekî sîstematîk rastî destdirêjiyê hatibû. Dêmariya S.A.'yê Berîvan Aydemîr fuhûş lê ferz kiribû û cerdevanan jî bi awayekî sîstematîk dest dirêjî wê kiribûn. Îro li Dadgeha Cezayê Giran a 3'yan a Şirnexê danişîna biryardayînê ya dozê hat lidarxistin. Sûcdar Berîvan Aydemîr, cerdevan Cengîz Aydemîr û ji parêzkerên şaredarê AKP'î yê Dêrahinê Samî Aydemîr tevlî dnaişînê bûn. Her wiha malbata mexdûrê û parêzerên wan jî tevlî danişînê bûn.   Piştî tespîtkirina nasnameyan mutalaa hat eşkerekirin. Di mutalaayê de hat xwestin ku sûcdar bên cezakirin û girtina wan bidome.    Piştî axaftinên sûcdaran û parêzrên wan şandeya dadgehê 5 deqe navber da danişînê. Piştî navberê şandeya dadgehê 18 sal û 4 meh ceza li Cengîz Aydemîr, 34 sal û 4 meh û 15 roj ceza li Berîvan Aydemîr, 34 sal û 4 meh ceza li Samî Yildiz, li Metehan Bayramê bi awayekî negirtî tê darizandin 2 sal û 6 meh û li Zahîde Yildirim a bi awayekî negirtî tê darizandin jî 4 sal û 6 meh ceza birî.    Her wiha dosyeya Onûr Yildiz, ji dosyeya dozê hat veqetandin.