ROJEVA 6'Ê NÎSANA 2023'YAN 2023-04-06 09:00:01     * Hevberdevkê Partiya Çep a Keskan a Îzmîrê Huseyîn Çaglar anî ziman ku wan dest bi xebatên hilbijartinê kiriye û ji aliyê gel ve rastî eleqeyek mezin tên û got ku ew ê di vê hilbijartinê de 4 parlementeran ji Îzmîrê bişînin Meclisê.    * Çetîn Yildiz ku di 17'ê Adarê de ji Girtîgeha Tarsûsê derket, bal kişand ser binpêkirinên li girtîgehê û helwesta li hemberî girtiyên nexweş û got ya ku girtiyan li ser pêyan dihêle têkoşîn e.    * Ciwanan bal kişand ser fikarên ji bo siberojê û gotin ku bingeha van pirsgirêkan desthilata AKP-MHP'ê ye û ji bo guherînê îşaret bi 14'ê Gulanê kirin.   * Hevserokê Şaxa ÎHD'a Mêrsînê Hakki Demîr diyar kir ku sûriyeyiyên ku ji erdhejê rizgar bûne di bin "kavilên vederkirinê (marjînalbûnê) de mane û got: "Hem derûniya erdhejê hem jî biçûkdîtin û vederkirin, travmayeke mezin afirand."    * Ji Akademiya Siyasî ya Demokratîk a Zanîngeha Dihokê Dr. Kamûran Berwarî diyar kir ku bi rêbazeke nehiqûqî firotina nefta Başûrê Kurdistanê zirareke mezin da deskeftiyên Kurdistanê û got: "Ev siyaseta şaş dê rewşê bîne asteke wisa ku Başûrê Kurdistanê li ser nexşeyê nemîne û derbeyeke mezin li Kurdistanê bikeve."   * Erdhejên ku navenda wan Bazarcix û Elbistan bûn û tesîra xwe li ser gelek bajaran kirin û rê li ber karesatek mezin vekir, du meh li pey xwe hişt. Tevî ku dewletê û saziyên xwe alîkarî nekirin jî lê dilxwazan bi torên piştevaniyê hewl da birînên xelkê bipêçe û ev piştevanî didome.    * Dr. Bîlge Koylu ku tev li “Nobeta Jiyanê” bû, diyar kir ku di mexdûrên erdhejê yên li qadên ku kavilan dirijinê, dijîn de gazinên weke bêhnkurtik û kuxikê dest pê kirine.    * Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar dê di roja 744’emîn de berdewam bike.    * Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz wê tev li kongreya partiya xwe ya li Baroya Rihayê bê lidarxistin bibe. (10.00)   * Platforma Zimanê Kurdî wê daxwazên xwe yên têkildarî hilbijartinên 2023’yan li Cemîyeta Rojnamevanan a Başûrrojhilat aşkere bike. (11.00)   * Meclisa Ciwanan a HDP’ê wê li Navenda Giştî ya HDP’ê têkildarî hilbijartinan civîna çapemeniyê li dar bixe. (11.00) ZINDÎ   * Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk û Hevberdevka Giştî ya Partiya Çep a Kesk Çîgdem Kiliçgun wê li Nisêbîn û Silopiyayê, Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar jî wê li Bedlîs û Wanê tev li vekirina buroyan bibin. Li Stenbolê jî wê bernamzetên Partiya Çep a Kesk belavokan belav bikin. (13.00-20.30) ZINDÎ   * Têkildarî meha duyemîn a erdhejên Mereşê wê li navçeya Samandagê meş were lidarxistin. (13.00)   * MA TUHAY-DER, têkildarî binçavkirin û tundiya polîsan a li dijî jinên ku 74’emîn rojbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan pîroz kirin, dê li avahiya komeleyê daxuyaniyê bide çapemeniyê. (14.00)