Dr. Koylu: Li Samandagê gazinên bêhnê û kuxikê dest pê kirin 2023-04-06 10:28:15   HATAY - Dr. Bîlge Koylu ku tev li “Nobeta Jiyanê” bû, diyar kir ku di mexdûrên erdhejê yên li qadên ku kavilan dirijinê, dijîn de gazinên weke bêhnkurtik û kuxikê dest pê kirine.    Wezareta Karên Hundir Suleyman Soylû der barê xebatên rakirina xirbeyên li Konbajarê Swêdê yê li navçeya Hassa ya Hatayê de got, “Heta 10 roj piştî cejnê em ê avahî û xirbeyên li gelemperiya Hatayê bi lezgînî bên hilweşandin, rakin.” Pispor li dijî rakirina kavilan hişyariya asbestê dikin. Mexdûrên erdhejê jî li dijî rijandina kavilan a nêzî qadên jiyanê “Nobeta Jiyanê” digirin.    QADÊN RIJANDINA KAVILAN   Li navçeya Samandagê kavilan dirêjin konbajarên li dora stada navçeyê û Taxa Yeşîlkoy a ketina navçeyê. Li navçeya Antakyayê jî dirijînin kêleka bîrên avê yên Taxa Serînyolê. Dîsa qismekî kavilên li Defne û Antakyayê bi wesayîtan dirijînin qadên zeytûnan ên li Taxa Narlicayê. Li navçeya Îskenderûnê jî kavilan dirijînin erdên çandiniyê yên li hemberî Girtîgeha Tîpa M û daristanên li Zozanên Bîtîşîkê.    NEXWEŞÎ ZÊDE BÛN   Bijîşk Bîlge Koylu ku tev li “Nobeta Jiyanê” ya li Samandagê hate destpêkirin bû, têkildarî îtîrazên mexdûrên erdhejê û asbestê axivî. Koylu, da zanîn ku qadên ku kavilan dirijîninê nêzî herêmên jîngeh û Qada Çûkan a Miheyla ne û wiha got: “Qadên kavilan nêzî qadên kon û çandiniyê ne. Dema me yek bi yek serdana malbatan kirin; me tespît kir ku zarok û mezinên beriya niha tu nîşaneyên nexweşiyê bi wan re nebûn gazinên bêhnkurtik û kuxikê dikin.”   RÎSKA PENCEŞÊRÊ   Koylu, anî ziman ku divê kavil piştî avdanê ji hev bên veqetandin û wiha bên rakirin û wiha berdewam kir: “Li cem kesên di qadên rijandina kavilan dixebitin û gel tu ekîpmanên parastinê em nabînin. Ev jî tê wê wateyê ku em di bin xetereyê de ne. Em gelê me yê ku dibêje ‘Niha êşên me nû ne em ê maskeyan bifikirin. Ya girîng ew e ku em jiyana xwe bidomînin. Divê xwe gihandina me ya çavkaniyan hebe’ jî fêm dikin. Bi taybetî em dibêjin ku asbesta ku madeyê kanserojena teqez e îhtîmaleke mezin wê di nava 10 salên pêşiya me de nexweşiyên weke pênceşêra zara pişikê, penceşêra pişikê û asbestosizê gelek gelek mezin e.” Koylu, da zanîn ku daxwaza kesên tev li Nobeta Jiyanê bûne rawestandina rijandina kavilan û girtina ber çavan a hişyariyên zanistî ye.   ŞÊNIYÊN TAXÊ NIKARIN BÊHNÊ BISTÎNIN   Yek ji şêniyên Taxa Yeşîlkoy Ceylan Ergîn a di nav kesên li dijî rijandina kavilan têdikoşe de cih digire jî anî ziman ku kavil gelek nêzî malan in. Ergîn, bal kişand ku ji ber tozê nikarin di konan de bimînin û wiha got: “Dema em cilên xwe dişon û radixînin dîsa dibin toz. Em nikarin bêhnê bistînin. Zarokên me zebzeyên me her tiştên me di nava tozê de ne. Em tenduristiya xwe difikirin. Ji xwe em ditirsin, malên me çûne. Divê evqas me mexdûr nekin. Şûna ku ji me re bibin alîkar me bi van tiştan re rûbirû dihêlin.”   Ergîn, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em naxwazin van kavilan birijînin vir. Bila hinekê me bifikirin, xwe bêxin şûna me. Ew bi xwe dixwazin di rewşeke wisa de bin? Piştî evqas mexdûriyetê divê vê yekê layikî me nebînin. Divê bi awayekî zanistî bixebitin. Dikarin birijînin cihên cuda. Dikarin birijînin cihên ku ne qadên jîngehan e. Em ê ji ber vê tozê çawa ji darên zeytûnan ku çavkaniya debara me ne, debara xwe bikin. Em nizanin em ê çi bibêjin.”    MA / Mujdat Can