Meclisa Ciwanan a HDP’ê xebata hilbijartinê da destpêkirin 2023-04-06 11:06:55   ENQERE – Meclisa Ciwanan a HDP’ê bi rojeva hilbijartinê civiya û daxuyaniyê da û got: "Em ê bi hev re bixebitin bi hev re bi ser bikevin. Em ciwan in, em li vir in, em ê biguherînin."   Meclisa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li navenda giştî ya partiyê bi rojeva hilbijartinê civiya. Meclisa Ciwanan a HDP’ê li pêşiya partiyê daxuyaniyê da û xebata hilbijartinê ya bi dirûşmeya "Dîsa ciwan, dîsa serhildan" da destpêkirin.    Hevberdevka Meclisa Ciwanan a HDP'ê û Parlamentera Amedê Dêrsim Dag bi kurdî daxuyanî da.    Daxuyaniya ku ji hêla Dag ve hat dayîn wiha ye:   'PARTIYA ÇEP A KESK PARTIYA TE YE'    "Ji bo ku polîtîkayên ciwanan rasterast ji hêla ciwanan ve bên diyarkirin û bên birêvebirin em ê Wezareta Ciwanan ava bikin. Em ê wek jinên ciwan jiyana azad û wekhev ava bikin.     Hevalên hêja; em ê bi hev re bixebitin û em ê bi hev re bi ser bikevin. Bi taybetî ciwanên ku dê cara ewil deng bi kar bînin. Ji bîr nekin û xwe şaş nekin. Em ê dengê xwe li 81 bajaran bidin Partîya Çepên Kesk. Partiya Çep a Kesk partiya te ye û heger tu tune bî serkeftin qels e. Di siyasetê de tu tune bî, demokrasî qels e. Rêya serkeftin û Demokrasiyê ji te derbas dibe. AKP'ê tu yê tek bibî, serkeftina mezin tu yê binî.     EM Ê BIGUHERÎNIN    Ciwanên hêja; evîna me jiyana azad e, evîna me wekhevî ye, evîna me şoreş e û evîna me sosyalîzm e. Em ê jiyana azad û wekhev ava bikin. Em ê şoreşê pêk bînin, sosyalîzmê misoger bikin. Em ê bi hev re bixebitin bi hev re bi ser bikevin. Em ciwan in, em li vir in, em ê biguherînin."