Kaftancioglû têkildarî ‘êrişa çekdarî’ daxuyanî da 2023-04-06 12:26:03   NAVENDA NÛÇEYAN - Seroka CHP’a Stenbolê Canan Kaftancioglû diyar kir ku li gorî texmîna wan hewldaneke êrişê li dijî avahiya partiya wan çêbûye.    Seroka Partiya Gel a Komarê (CHP) ya Stenbolê Canan Kaftancioglû têkildarî hewldana êrişa çekdarî ya li dijî avahiya partiya wan daxuyaniyeke nivîskî weşand. Kaftancioglû wiha got: “Îro saet derdora 05.00’an de li dijî avahiya Serokatiya CHP’ê ya Stenbolê ya li devera Otorêya TEM’ê ya li derdora Seyrantepeyê hewldaneke êrişa çekdarî çêbû. Li gorî îfadeyên polîsê nobedar û peywirdarê ewlekariya taybet ê avahî, 6-7 gule hatine berdan. Li gorî tespîtên destpêkê; tu gule li avahiya serokatiyê neketine. Li cihê bûyerê qalikên guleyan hatine dîtin. Lêpirsîna dozgeriyê ya têkildarî bûyerê didome. Dê geşedanên heyî bi we re bên parvekirin.”