Bi hinceta ku di Newrozê de dirûşm berzkirine 7 kes hatin binçavkirin 2023-04-06 12:52:13   ANTALYA - 7 kesên ku tev li Newrozê bûbûn bi hinceta dirûşm berzkirine hatin binçavkirin.    Serdozgeriya Komarê ya Antalyayê, bi hinceta di pîrozbahiyên Newrozê yên li ber Eywana Sporê ya Tûrgût Ozal a Kepeza Antalyayê de “propagandaya rêxistinê” kirine derbarê 7 kesan de lêpirsîn da destpêkirin. Di çarçoveya lêpirsînê de 7 kes hatin binçavkirin. Hate hînbûn ku derbarê 7 kesan de li miduriyeta polîsan bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” îfadeyên wan hatine wergirtin û tê payîn ku piştî îfadeyên wan xelas bin wê sewqî Edliyeya Antalyayê bên kirin.