Ji bo azadiya Abdullah Ocalan li baxçeyê Bûbo Taş şitil hatin çandin 2023-04-06 13:10:15   MÊRDÎN - Ji bo azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li baxçeyê Bûbo Taş ê li dijî tecrîda li ser Abdullah Ocalan xwe şewitand, şitil hatin çandin.    Ji aliyê rêveberiya Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) a Mêrdînê û Komeleya Yekitî Çand Piştevanî û Alîkariyê ya Bi Malbatên di Dêrgûşa Şaristaniyê de Xizmên Xwe Windakirine re (MEBYA-DER) bi wesîleya rojbûna 74’an a Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan çalakiya çandina şitilan hate lidarxistin. Ewilî li baxçeyê mala Bûbo Taş ê li dijî tecrîda li ser Abdullah Ocalan xwe şewitand ê li Taxa Îstasyonê ya girêdayî navçeya Artûklûyê şitil hatin çandin. Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk û gelek endamên DBP’ê tev li çalakiyê bûn.    Bi tevlibûna malbata Bûbo Taş li baxçeyê malê şitil hatin çandin. Berdan Ozturk ê di dema şitil danînê de axivî diyar kir ku daxwaza wan ew e ku bi şînbûna van şitilan re daxwaza Bûbo Taş jî pêk were.    Şandeya pişt re derbasî “Baxçeyê Serokatî” bû, li vir şitil çandin.