Li Bedlîsê buroya hilbijartinê hat vekirin: Em ê li bin siya vê darê bigihîjin hev 2023-04-06 13:19:34 BEDLÎS – Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar di vekirina buroya hilbijartinê ya Partiya Çep a Kesk de axivî û got: “Dixwestin rêyên me bixitimînin. Lê me rêyên nû vekirin. Navê rêyê Partiya Çep a Kesk e. Em ê hemû di bin siya vê darê de bigihîjin hev.”    Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar ji bo beşdarî vekirina buroya hilbijartinê ya navendî ya Partiya Çep a Kesk a li Bedlîsê bibe, tevî Serokê Giştî yê Partiya Azadî Ayetullah Asîtî hat bajêr. Sancar ku li Norşînê hat pêşwazîkirin bi konvoyê derbasî navenda Bedlîsê bû. Sancar û kesên pê re bi çepik û dirûşmeyan hatin pêşwazîkirin û piştre derbasî qada ku wê buro bê vekirin, bûn.    ‘WÊ EV PERGAL BIGUHERE’    Hevserok Mîthat Sancar di vekirina buroyê de axivî û spasiya kesên ku beşdarî vekirina buroyê bûn kir û wiha got: “Dema em rewşa vî bajarê qedîm dibînin, em dibînin ku vê îktidar çi aniye serê welêt. Sozên ku dabûn dikandarên Bedlîsê nehatin bicihanîn û mehkûmî birçîbûnê kirin. Wan ev dîrok hilweşand da ku dewlemendî ji çend alîgiran re veqetînin. Ev dewlet bi vî awayî welat talan dike. Pêşî feqîr dike, paşê wan hewcedar dike. Em ê vê pergalê biguherînin. Ev welat ne mehkûmî şer û xizaniyê ye. Ev hilbijartin derfeteke mezin dide me û quncikekî girîng e. Em ê vê bersivê bi awayekî herî xurt bidin îktidarê."   ‘EM Ê LI BIN SIYA VÊ DARÊ BIGIHÎJIN HEV’    Sancar anî ziman ku her cure zext li HDP'ê tên kirin û got: "Her cure zextan li partiya me HDP'ê dikin, her cure zextan xistin dewrê û difikirîn ku em ê dest ji rêya xwe berdin. Me tu carî çong daneni, em ê qet çongê daneyînin. Ji ber ku doza me mafdar e û baweriya me temam e. Difikirîn ku dê rê li ber me bigirin, lê me ji vê kevneşopiya têkoşînê gelek tişt fêr bûn û rêyên nû vekirin. Navê vê rêyê Partiya Çep a Kesk e. Dar heman e, reh yek e, pel jî yek e, ev îrade û kevneşopî yek in. Em ê hemû di bin siya vê darê de hev bibînin û bigihîjin hev. Em ê di hilbijartinan de bikin ku îradeya gel wê herî xurt bersiv bide. Gelê me wê li dijî şer, talan û xizaniyê vîna xwe nîşan bide. Divê ev pergala qirêj ku hewl dide xizaniyê weke çarenûsekê li gel ferz bike, were şikandin. Ev desthilatdariya ku hemû derfetên xwe dide zextan û şer û ji bilî têgihiştina ewlekariya pirsgirêka kurd tiştekî din nizane, divê here. Em ê bi hev re aştiyeke mezin bînin vî welatî, em ê bi hev re Komara Demokratîk ava bikin. Ev meş wê bêguman me ber bi aştiyê ve bibe. Em ê bi hev re aştî û azadiyê bînin vî welatî."   Sancar piştî axaftinê li gel Dayikên Aştiyê buro vekirin. Vekirina buroyê bi gerandina govendê bi dawî bû.    Sancar û yên li gel wî derbasî Tetwanê bûn û gel silav kirin û paşê derbasî Wanê bûn.