Ji bo herêmên erdhejê hişyariya barînên zêde 2023-04-06 14:22:00   NAVENDA NÛÇEYAN - Miduriyeta Giştî ya Meteorolojiyê ji bo herêmên erdhejê hişyariya barîna barana zêde kir.    Miduriyeta Giştî ya Meteorolojiyê ji bo herêmên erdhejên navenda wan Mereşê, hişyariya barîna barana zêde kir. Tê payîn ku sibê di saetên serê sibê de li Osmaniye û Mereşê piştî nîvro jî wê li derdorên Semsûr, Meletî, Xarpêt û Amedê baraneke zêde bibare.    Pêwîste li dijî neyîniyên weke lehî, birûsk, gijlok û bayê zêde welatî baldar bin.