Hevserokê Giştî yê DBP’ê Bayindir serdana Malbata Şenyaşar kir 2023-04-06 15:30:56   RIHA - Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir ê serdana Malbata Şenyaşar kir, ji Emîne Şenyaşarê re wiha got: “Serê we bilind e lê serê wan her tim li ber wan e. Di encama berxwedana we de em ê di 14’ê gulanê de hilweşîna vê desthilatê bibînin.”   Xizm û parazvanên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê Hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûs a Rihayê êrişî Malbata Şenyaşar kiribûn. Di encama êrişê de hevjînê Emîne Şenyaşarê û du kurên wê hatibûn qetilkirin. Li ser vê yekê Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar di 9’ê Adara 2021’ê de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kiribûn. Çalakiya Malbata Şenyaşar di roja 745’an de berdewam dike.    Emîne û Ferît Şenyaşar, di saetên serê sibehê de ji Pirsûsê hatin ber deriyê Edliyeya Rihayê. Malbatê, li cihê çalakiyê pankarta “Ji bo Malbata Şenyaşar edalet” vekirin û dest bi nobetê kirin. Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir ê hefteya borî ji girtîgehê derket serdana malbatê kir. Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên Rihayê Omer Ocalan û Ayşe Surucu jî bi Bayindir re bûn.    ‘SERÊ WE BILIND E, YÊ WAN HER TIM LI BER WAN E’   Bayindir ê di Nobeta Edaletê de bi Emîne Şenyaşarê re sohbet kir, silavên girtiyên siyasî li Emîne Şenyaşarê kirin. Bayindir, diyar kir ku girtiyan berxwedana Emîne Şenyaşar silav kir û wiha got: “Îro hemû cîhan piştgiriya berxwedana we dike. Hûn ne bi tenê ne. Em bawer dikin ku wê rojekê edalet bi cih were. Heta ku edalet bi cih were em ê piştgiriya berxwedana web ikin. Hemû dayikên dilşewat wê roja ku edalet bi cih were bibînin. We bi sekna xwe ev desthilat hilweşand. Serê we bilind e yê wan her tim li ber wan e. We bi berxwedana xwe ya edaletê ev desthilata li ser zilmê hatiye avakirin hilweşand. Di encama berxwedana we de em jî hûn jî dê bibînin ku ev desthilat dê di 14’ê gulanê de hilweşe.”   Emîne Şenyaşar a ji Bayindir û girtiyên siyasî re spasiyên xwe pêşkeş kirin jî wiha got: “Li her derê piştgirî dan me, em spasiya herkesê dikin. Gelek kes ji derve tên serdanê û piştgiriyê didin me. Lê tevî vê jî desthilatê edalet bi cih neanî.”