Partiya Çep a Kesk li Edeneyê dest bi xebata hilbijartinê kir 2023-04-06 15:38:45   EDENE - Li Edeneyê starta hilbijartinê bi gerandina govendê hat dayîn. Hevberdevka Partiya Çep a Kes a Edeneyê Sabahat Mutluay got wê partiya wan dîrok binivisîne.    Rêxistina Partiya Çep a Kesk a Bajarê Edeneyê li Parka Înonû bi daxuyaniyeke çapemeniyê dest bi xebatnên hilbijartinê kir. Rêveberên Partiya Çep a Kesk, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û gelek kes beşdarî daxuyaniyê bûn. Beriya daxuyaniyê beşdaran li ber stranan govend gerandin û dest bi xebata hilbijartinê kirin.   Hevberdevka Partiya Çep a Kesk a Edeneyê Sabahat Mutluay daxuyanî da û diyar kir ku dê dengê wan weke partî li her derê olan bide û wan gel bêçare nehiştiye û dê partiya wan dîrokê binivisîne. Mutluay got dê Partiya Çep a Kesk bibe bihara Tirkiyeyê û bi 100 parlamenteran biçin Meclisê.    Piştî daxuyaniyê girseyê li navenda bajêr belavokên hilbijartinê belav kirin.