Êriş û binçavkirina dayikan hat şermezarkirin 2023-04-06 16:26:39   STENBOL - MA TUHAY-DER di roja rojbûna Abdullha Ocacalan êrişa li dijî dayikan hat kirin şermezar kir û got dê gelê kurd li ber van êrişan serî netewîne.    Dayikên Aştiyê bi wesîleya rojbûna 74’emîn a Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li Kanaryaya Stenbolê gulan berdan ser behrê. Polîsan êrişî dayikan kiribûn. Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (MA-TUHAYDER) têkildarî êrişa polîsan û binçavkirina dayikên ku bi boneya 74’emîn rojbûna Ocalan daxuyanî da û bertek nîşan da. Di civîna ku li avahiya komeleyê hat lidarxistin de pankarta "Tecrîd sûcê mirovahiyê ye" hat daliqandin.   Dayikên Aştiyê, rêveberên DBP’ê tev li civînê bûn. Hevseroka MA-TUHAY-DER’ê Dîlek Demîr daxuyanî da û destnîşan kir ku dayikên hatine binçavkirin piştre hatine berdan û got: “Tehamula îktidara AKP-MHP’ê li ber ku mirov gulan berdin ser behrê jî nemaye. Ew jî baş dizanin ku ne dayik û ne jî gelê kurd li ber van polîtîkayên serî netewandin û dê niha şûnve jî serî netewînin. Divê ku birêz Abdullah Ocalan demildest were berdan û bigihîje azadiya xwe fizîkî.”