Di meha 2’yemîn a erdhejê de meş: Heta ku hesab nepirsin em ê bêdeng nebin 2023-04-06 17:14:04   HATAY - Mexdûrên erdhejê yên di meha duyemîn a erdhejê de li navçeya Samandagê meş lidarxistin, wiha got: “Heta ku ji berpirsyaran hesap neyê pirsîn em ê bêdeng nebin.”   Di meha 2’yemîn a erdhejên navenda wan Mereş de li navçeya Samandag a Hatayê, ji bo balê bikişînin ser berpirsyarên hilweşîna ji ber erdhejê meşek hate lidarxistin.    Mexdûrên erdhejê yên di pêşengtiya Piştevaniya erdhejê ya Hatayê li ber Nexweşxaneya Denîz a Samandagê ya Taybet de hatin bahev, bi dirûşmeya “Em ê vî bajarî bi tuxleyên hezkirinê ji nû ve ava bikin” meş li dar xistin. Seroka Giştî ya Partiya Jinûve Avakirinê ya Sosyalîst (SYKP) Canan Yuce, Hevseroka Giştî ya Konfederasyona Sendîkaya Kedkarên Cemaweriyê (KESK) Şukran Kablan, nûnerên rêxistinên girseyî yên demokratîk û gelek welatî beşdarî meşê bûn.    JI BO KESÊN JIYANA XWE JI DEST DAN BAHÛR HATIN PÊXISTIN   Di meşa ji ber Nexweşxaneya Denîz a Samandag a Taybet heta Parka Abdûllah Comert hate kirin de ji bo kesên jiyana xwe ji dest dan bahûr hatin pêxistin, çekên rihanan û qurnefîl hatin hilgirtin. Di meşê de dirûşmeyên “Kes nikare gelekî bi rêxistin hilweşîne” , “Ne erdhej îxmal dikuje” hatin berzkirin.    ‘EM Ê JI BERPIRSYARAN HESABÊ BIPIRSIN’   Endama Piştevaniya Erdhejê ya Hatayê Cansel Arslan a piştî rêzgirtinê axivî, wiha got: “Ne erdhejê bêxwediyê em kuştin. 48 saet piştî erdhejê jî tu alîkarî nehat. Ya ku em hilweşandin ji ber alîkariyên nehatin malbatên me jiyana xwe ji dest dan in. Ya em hilweşandin xwe negihandina cenazeyan e. Heta ku em ji berpirsyaran hesabê nepirsin em ê bêdeng nebin.”   ‘EM BANG DIKIN KU ÊŞA ME PARVE BIKIN’   Arslan, destnîşan kir ku tevî 2 meh derbas bûn jî hêj pêdiviyên wan nehatine bicihanîn û bang kir ku êdî ji xetayên weke rijandina kavilan bê vegerandin. Arslan herî dawî wiha got: “Em hemû gelê xwe di cejnê de vedixwînin Hatayê ku êşên me parve bikin û qehweyeke me ya tahl vexwin. Werin em bi hev re cejnê pêşwazî bikin.”   RAKIRINA KAVILAN    Endamê Koalîsyona Edaletê ya Avhewayê Levent Buyukbozkirli yê pişt re axivî jî bal kişand ser rijandina kavilan û asbeste û wiha got: “Divê kavil bi awayekî kontrolkirî bên rakirin. Antakya ya antakyayiyan e, Samandag a samandagiyan e. Ji ber wê divê gelê vê derê ji bo rakirin û rijandina kavilan biryarê bide.”   Mexdûrê erdhejê Mehmet Alî Ergîn ê ji Taxa Yeşîlkoy ku kavilan dirijîninê jî bi gotina “Em heqê xwe helal nakin” bertek nîşanî rijandina molozan da. Ergîn, di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Di roja ewil de tune bûn, di roja 60’emîn de jî tune ne. Em bi kesê re helaliyê nakin.”   ‘NE BÎRANÎN, HESAB PIRSÎN’    Hevseroka Giştî ya KESK’ê Şukran Kablan Yeşîl jî diyar kir ku di roja 60’emîn a erdhejê de êş û hêrs mezin e û wiha got: “Mirovên di nav piştevaniyê de hene lê desthilat nîne. Desthilateke bi kavilan gefê li jiyana mirovna dixwe heye. Em vê weke bîranîna kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane nabînin. Em weke hesap pirsîna desthilatê ya ev yek veguherand komkujiyê dibînin. Em li vir in em ê li vir bin.”