Piştî 5 mehan daneyên Covîd-19'ê hatin eşkerekirin: 844 kes mirine 2023-04-06 17:45:52   NAVENDA NÛÇEYAN - Di 5 mehên dawî de 252 hezar û 945 kes bi Covîd-19'ê ketine û ji van kesan 844 jê jiyana xwe ji dest dane. Hat ragihandin ku li Tirkiyeyê yekûna hejmara kesên ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane 102 hezar û 174 e.    Wezareta Tenduristiyê daneyên Covîd-19'ê yên di navbera Mijdara 2022-Adara 2023'yan de eşkere kir. Li gor daneyan li Tirkiyeyê hejmara pêketiyan bi giştî 17 milyon û 232 hezar û 66 e. Hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane jî 102 hezar û 174 eê. Her wiha hat daxuyandin ku di 5 mehên dawî de jî 252 hezar û 945 kes bi Covîd-19'ê ketine û ji van kesan 844 kes jê jiyana xwe ji dest dane.