Mexdûrê erdhejê: Wê ev toz me bikuje 2023-04-07 09:02:43   DÎLOK - Ji mexdûrên erdhejê yên Islahiyeyê Mûzaffer Telek, diyar kir ku kavilên avahiyan li nêzî konan tên rijandin û wiha got: "Erdhejê em nekuştin lê wê ev toz me bikuje."    Li navçeya Islahiye ya Dîlokê ku di erdhejên Mereşê de hilweşiya, kavilên avahiyan li nêzî konên ku mexdûrên erdhejê tê de ne tên rijandin. Toza kavilan û asbest bandoreke nebaş li mexdûrên erdhejê dike.    Mûzaffer Telek ku di erdhejê de xaniyê wî yê li Taxa Ataturkê ya Islahiyeyê xesareke mezin dît û ji ber vê di kon de dimîne destnîşan kir ku kavilên avahiyan li nêzî konan tên rijandin. Telek ragihand ku di erdhejê de 53 xizmên wî jiyana xwe ji dest dane û wiha got: "Em di erdhejê de nemirin, lê wê qamyonên hafriyatê me bikujin. Piraniya xizmên min çûn. Em li vir hewl didin xwe li jiyanê bigirin. Qamyonên harfiyatê di vir re derbas dibin. Toz, me perîşan dike. Erdhejê em nekuştin, lê wê ev toz me bikuje."    ‘JI XEYNÎ HDP'Ê KES NEHAT'   Telek destnîşan kir ku di erdhejê de derûniya wan xirab bûye û got ku ji xeynî parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) kes bi hawariya wan de nehatiye û wiha domand: "Du meh di ser erdhejê re derbas bûne. Em betal man, dikana me, mala me hilweşiyan. Lê tu rayedarek nehat vê herêmê. Fatma Şahîn şaredara vî bajarî ye, dibêje 'rê tune bû, em nikaribûn bên.' Ji Herêma Federe ya Kurdistanê hatin vir. Lê dibêje nikaribûne bên."    KONTEYNERÊ DIXWAZE   Telek da zanîn ku piştî erdhejê ji bo hefteyekê çûye Îzmîrê û paşê dîsa vegeriyaye û axafina xwe wiha qedand: "Min nikaribû dest ji vir berde. Çi dibe bila bibe ez ji vir naçim, em bimirin jî bila li vir bimirin. Niha pirsgirêka me ya herî mezin qamyonên hafriyatê ne. Heya êvarî me perîşan dikin. Di vir re diçin û tên. Li qorneyê dixin. Gava baran tê kon di bin avê de dimînin. Li vir pêdiviya me bi serşûştinê û daşirê çêdibe. Konteynerekê bidin me qet nebe em ê hinekî rihet bibin."    MA / Delal Akyuz