Dûrmûş: 16 rojnamevan 10 meh in bi awayekî fiîlî tên cezakirin 2023-04-07 09:03:48 STENBOL - Serokê Giştî yê TGS'ê Gokhan Dûrmûş diyar kir ku 16 rojnamegerên ku li Amedê girtî ne nêzî salekê ye bêyî ji ber xebatên xwe yên rojnamegeriyê girtî ne û pêvajoya girtinê wekî "mantiqa cezakirinê" ya yên vederkirî pênase kir.    Di 5 mehên dawî de di êrişên li hemberî Çapemeniya Azad de, 25 rojnamevan hatin binçavkirin û girtin. Li gorî rapora sibata 2023'yan a Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DGF), li Tirkiye û Kurdistanê herî kêm 88 rojnamevan girtî ne.    Îdianameya der barê 16 rojnamevanên ku di 16'ê hezîrana 2022'yan de li Amedê hatin girtin, piştî 10 mehan (28'ê Adarê) hat amadekirin. Serokê Giştî yê Sendîkaya Rojnamevanan a Tirkiyeyê (TGS) Gokhan Dûrmûş, têkildarî girtina 16 rojnamevanan axivî.    CEZAKIRINA BI AWAYEKÎ FIÎLÎ   Dûrmûş diyar kir ku 16 rojnamevanên girtî 10 meh in bi awayekî fiîlî tên cezakirin û wiha got: "Mixabin di salên dawî de li Tirkiyeyê pergala darazê veguheriye tiştekî wiha. Pêşî rojnamevanan digirin an jî di çarçoveya azadiya fikr û ramanê de wan digirin û paşê bi awayekî fiîlî wan ceza dikin. Paşê di danişîna ewil de wan berdidin. Pergaleke bi vî rengî çêbûye."    Bi domdarî Dûrmûş destnîşan kir ku di warê hiqûqî de tu hinceteke berbiçav a ji bo girtina 16 rojnamevanan tune ye û pêvajoya girtinê wekî "mantiqa cezakirinê" ya yên vederkirî pênase kir. Dûrmûş anî ziman ku desthilat bi taybetî rojnamevanên ne alîgirên xwe ceza dike û ev tişt anî ziman: "Bi rastî jî tu sûcekî rojnamevanên li Amedê hatine girtin tune ye. Bi awayekî fiîlî ceza li kesên ne li gor xwe dibirin. Paşê beraetkirina wan û ji aliyê dadgeheke bilind ve cezayê li dewletê tê birîn ji bo wan ne girîng e."    ASTENGIYÊN LI BER AZADIYA ÇAPEMENIYÊ   Dûrmûş bêyî teqezkrina sûc li ser îdiayan girtina rojnamevanan rexne kir û wiha domand: "Ev astengiya herî mezin a li ber azadiya çapemeniyê ye û pergaleke ku dixwaze azadiya çapemeniyê ji holê rake. 16 hevpîşeyên me nêzî salekê ye nikarin nûçeyan çêbikin û nûçeyan bigihînin xwendevanên xwe. Ev di warê azadiya çapemeniyê de nayê qebûlkirin."    ARMANC BÊÎTIBARKIRINA ROJNAMEVANIYÊ YE   Dûrmûş ji bo zextên li ser rojnamevanan jî destnîşan kir ku bi vî awayî hem dixwazin ser rastiyan binixumînin hem jî civakê çavtirsandî bikin û got ku li Tirkiyeyê bi taybetî di dema vê desthilatê de tê xwestin ku rojnamevanî bê bêtîbarkirin û polîtîkayên hedefgirtina rojnamevanan tên pêkanîn.