Bulbul ê HDP’î: Li girtîgehan îşkence tê kirin 2023-04-07 09:37:50 ENQERE -  Parlamenterê HDP’ê yê Antalyayê Kemal Bulbul ji bo bajarê turîzmê Antalyayê pênaseya “bajarê girtîgehan” kir û ev tişt anî ziman: “Îşkence li girtiyan tê kirin û sîxûrtî lê tê ferzkirin. Li van girtîgehan ruhê Esat Oktay digere.”    Li girtîgehan binpêkirina mafan roj bi roj zêdetir dibe. AKP’ê, binpêkirinên li dijî girtiyan û sepanên nebaş êdî veguherandiye şêweyekê rêvebirinê û di vê çarçoveyê de girtîgehên nû ava dike. Mîna li her bajarî, li Antalyayê ku weke “bajarê turîzmê” tê zanîn jî 4 jê li navenda bajar bi giştî 11 girtîgeh hene. Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Antalyayê Kemal Bulbul, têkildarî binpêkirinên li girtgîgehên Antalyayê kir.    JI BO GIRTÎGEHAN PÊNASEYA ‘KAMPA DÎLGIRTIYAN’ KIR    Bulbul, diyar kir ku Antalya ji hêla aborî, xweşikahiya xwezayî û turîzmê ve yek ji girîngtirîn bajarên Tirkiyeyê û wiha got: “Lê yek ji taybetiya wê heye ku nayê zanîn. Ev jî ew e ku Antalya di heman demê de bajarê girtîgehan e. Di nava sînorên navçeya navendî ya Doşemealti ya Antalyayê de sê jê bi tîpên S, L û Y û yek jî jê Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind bi giştî 4 girtîgeh hene. Ev jî bes nake ku li Manavgatê jî girtîgeh heye. Ev jî bes nake û li Alanyayê jî heye. Qada ku ev girtîgeh digirin, hema hema bi qasî navçeyekê ne. Û li van girtîgehan bi hezaran peywirdar, amirên îdarî û rayedarên leşkerî hene. Dema em diçin wan girtîgehan, mîna kampên dîlgirtiyan e. Ketin û derketina wan pir zor e. Miameleya rehîneyan li girtî û hikûmxwaran dikin. Mafên wan ên sere yên weke hewadariyê, mafên xebatên civakî û çandî tên binpêkirin. Bi şev nahêlin rakevin, deriyan pir bihêl lê dixin ku ji ber dengê wan girtî hişyar bibin.”    LÊGERÎNA TAZÎ TÊ VEŞARTIN   Bi domdarî Bulbul da zanîn ku di dema sewqkirinê de du kelemçeyan têxin destê girtiyan û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Kelemçeyekê têxin her du destên girtiyan û yekî jî têxin destekî girtî û destekî cendirmeyan. Qaşo ji ber îxtîmala firarê wisa dikin! Bêguman ev yek derhiqûqtî ye û sûcekî li dijî mafên mirovan e. Divê li nexweşxaneyê kelemçeyê nexin destê girtiyan lê dev ji kelemçeyekê berdin, du kelemçeyan têxin destên wan. Her wiha lêgerîna tazî heye. Lêgerîna tazî jî weke lêgerîna hûr û kûr pênase kirine. Ji ber behrê, rêjeya nemê ya li Antalya, Manavgat û Alanyayê pir zêde ye û divê tenduristiya girtiyan esas bê girtin lê mixabin mercên vê derê ewqas giranin ku girtî nikarin li cihên hevdîtinê jî ji ber têlên direhî hev bibînin. Ev têlên direhî pêşî li hewa jî digire û rutûbetê zêde dikin.”    JINÊN GIRTÎ BI KAMERAYAN TÊN ŞOPANDIN   Di berdewamê de Bulbul anî ziman ku jinên girtî bi kamerayan tên şopandin û wiha pê de çû: “Bi vê yekê wan tacîz dikin. Qadên taybet, daşir û deverên din bi kamerayan tên şopandin. Tevahiya van sepanan di bin navê ewlehiyê de dikin. Lê ew bi xwe ewlekariyê binpê dikin. Me bi midûrên Girtîgeha Tîpa S û Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Antalyayê re hevdîtin kirin. Ev binpêkirin red kirin û gotin ku xistina du kelemçeyan jî ne di înîsiyatîfa wan de lê di înîsiyatîfa cendirmeyan de ye.”    DI HEVDÎTINA BI PARÊZERAN DE TEKLÎFA SÎXÛRTIYÊ   Bulbul, axaftina xwe wiha qedand: “Me bi rêveberiya girtîgeha li Manavgatê re hevdîtin kir. Em ê di demekî nêz de jî bi rêveberiyên girtîgehên Alanyayê re hevdîtinan bikin. Jixwe kesek bi girtina xwe re tê cezakirin lê ser re jî îşkence dikin. Her wiha teklîfa sîxûrtiyê lê dikin. Bi hinceta ‘hevdîtina parêzer’ dibin odeyeke bi tenê û rayedarên dewletê bi rêbazên zordestî, tacîz û derbê sîxûrtiyê li girtiyan ferz dikin. Em ê giliyê van rêveberan bikin. Ev binpêkirin tenê bi girtîgehên Antalyayê bisînor nînin. Li hemû girtîgehan hene. Ruhê 12’ê Îlonê û yê Esat Oktay li girtîgehan digere. AKP, Esat Oktay Yildiran e. Suleyman Soylu, Esat Oktay Yildiran e. Em ê hesabê tevahiya van binpêkirina tevan ji wan bipirsin.”    MA / Enes Beyaz