MHP’ê kujerê dozger Oz ê xebatên kontrgerîla lêkolîn dikir, kir namzet 2023-04-07 12:03:53   STENBOL - MHP’ê endamê Ocaxên Ulkuyan ê berê Îbrahîm Çîftçî yê Dozgerê Komarê Dogan Oz ê hewl dida xebatên kontrgerilayan derxîne holê kuştibû, kir namzetê parlamenteriyê.    Bi ketina Tirkiyeyê ya NATO’yê re di 4’ê Nîsana 1952’yan de Desteya Tetkîkê Seferberiyê ku bi hevkariya serwîsa veşartî ya Amerîkayê ya CIA û NATO'yê di nava Serfermandariya Giştî de bi dizî hat avakirin, piştre veguherî Daîreya Şerê Taybet. Bi avakirina vê saziyê re li Tirkiyeyê darbe û komkujî qet kêm nebûn. Gelek kesên di nav darbeyên 27’ê Gulana 1960’an, 21’ê cotmeha 1961’an, 22’yê sibata 1962’yan û 12’ê Îlona 1980’yan hatin kirin de cih girtin, ji aliyê vê daîreyê ve hatin perwerdekirin û perwerdehiya kontrgerîla girtin.    Di nava demê de derket holê ku kontgerilaya ku di binê gelek komkujî, kemîn, cînayetan de îmzeya wê heye Ergenekon e. Ergenekon, JÎTEM û gelek hêzên tarî ji destpêkê ve bi MHP’ê û gelek sazî û avaniyên sivîl ve di nava têkiliyê de bûn. Ev tora têkiliyê bi taybetî ji salên 1980’yan ve derket holê. Cînayeta yek ji xwendekarên Dibistana Mamosteyan a Bilind a Bazirganî û Tûrîzmê ya Enqereyê Leveng Ozyoruk a di 19’ê çileya 1978’an de, ev yek bi awayekî şênber derxist holê.    MHP’Î ACIZ KIR   Cîgirê Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê Dogan Oz ê lêpirsîna têkildarî vê cînayetê didomand, piştî derket holê ku kesê Ozyoruk kuştiye, reviye Wargeha Xwendekaran a Sîteyê lêkolîn kûrtir kir. Dema hat ragihandin ku li yûrda ku biryara lêgerînê lê hatiye dayîn, gumanbar û amûrên sûc nehatine dîtin, Oz ji polîsan bawer nekir û beşdarî lêgerînekê bû. Di lêgerîna duyemîn a li yûrda xwendekaran de, ku di lêgerîna yekemîn de paqij derketibû, di dolaban de çek û kêrek hate dîtin. Lêgerîna Wargeha Sîteyê alîgirên Partiya Tevgera Netewperest (MHP) û ulkucu aciz kirin. Rojan din jî parlamenterê MHP’ê yê Konyayê Îhsan Kabadayi ji kursuya Meclisê bi axaftina xwe Dogan Oz hedef nîşan da.     PIŞTÎ RAPORÊ 2 MEHAN HATE KUŞTIN    Dozgerê ewil ê têkiliyên kontrgerîla lêkolînkirin Dogan Oz, derxist holê ku berpirsyar di nava dewletê de heta astên jor bi cih bûne. Di rapora ku têkildarî mijarê amade kir cih da têkiliyên Amerîka, CIA û kontrgerîla û armancên wan ên li Rojhilata Navîn. Oz di raporê de wiha gotibû: “Ev rêxistin dewletê li gor armanca xwe bikartînin û pêşdîtine ku hêzên dijminê demokrasiyê ne bikin desthilat. Di nava van hemû xebatan de hêzên leşkerî û sivîl hene. Kontgerîla girêdayî Daîreya Şer a Serfermandariya Giştî ye. Endamên MÎT’ê jî hene. Ev xebat hemû ji aliyê MHP’ê û qadroyên wê ve tên birêvebirin. Lê dozger Oz, piştî ev rapor amadekir 2 mehên din di 24’ê adara 1978’an de hate kuştin.    JI ÎDAMÊ BER BI BERAETÊ VE    Hate diyarkirin ku kesê Oz bi şeş guleyan kuştî endamê Ocaxên Ulkucuyan Îbrahîm Çîftçî ye. Çîftçî yê îtîraf kir ku Oz kuştî ye, di encama darizandinê de, di 3’yê tebaxa 1979’an de cezayê darvekirinê lê hate birîn. Biryar hate dayîn ku ji ber rola wî ya di cinayetê de giliya parlamenterê MHP’ê yê Konyayê Îhsan Kabadayi, Sekreterê Giştî yê MHP’ê Nevzat Koseoglû û Yaşar Okûyan bê kirin.    Tevî îfadeya 18 şahidan û cezayê darvekirinê jî dadgehê diyar kir ku ew nikarin xwe li ber Desteya Odeyan a Dadgeha Leşkerî rabigirin û ji ber vê yekê biryara beraatê da Çîftçî.   JI MHP’Ê BÛ BERNAMZET    Çîftçî çawa ji Girtîgeha Leşkerî ya Mamakê derket weke midur tayînî Sindoqa Alîkariya Civakî û Tenduristiyê ya Mamosteyên Dibistana Seretayî (ÎLKSAN) hatin kirin.  Endamtiya Desteya Îdare ya Giştî ya MHP’ê kir. Piştî ku hevkarê wî yê kar bi awayekî biguman hate kuştin dîsa hate binçavkirin. Di Kongreya MHP’ê ya di sala 1997’an de hate lidarxistin de ji bo serokatiya giştî bû namzet û bû endamê Desteya Rêveberiya Navendî. Çîftçî yê pişt re şîrketên ku sotemeniyê difiroşin daîreyên dewletê ava kirin, bû karsazekî ku dikeve îhaleyan.    Çîftçî ji bo hilbijartinên dê di 14’ê gulanê de pêk bên ji MHP’ê ji rêza 4’emîn a Herêma 1’emîn a Enqereyê weke namzet hate nîşandan.    KILAVÛZ JÎ NAMZET E    Li aliyê din Parlamenterê MHP’ê yê Mêrsînê Olcay Kilavûz ku bi kuştina serokê berê yê Ulku Ocaklariyê Sînan Ateş hatibû rojevê jî ji bo serdema 28’emîn dîsa di lîsteya namzetên MHP'ê de cih girt. Kilavûz ji lîsteya MHP’ê ji rêza 4’an hate nîşandan. Kilavûz yek ji bersûcên girtî reveberê Navenda Giştî ya Ocaxên Ulkuyan ê berê Tolgahan Demîrbaş ê beriya kuştina Sînan Ateş ji parvekirina cihê wî û revandina tetîkkêş Eray Ozyagci tê sûcdarkirin, li mala xwe veşartibû. Derketibû holê ku girteka polîsan ku Demîrbaş li vê malê hatiye girtin, pişt re “winda bûye”.   MA / Mehmet Aslan