Li Wanê ji 15 kesên binçavkirî 8 kes hatin berdan 2023-04-07 12:04:14 WAN - Li Wanê ji 15 kesên di 4’ê Nîsanê de hatibûn binçavkirin, 5 ji wan zarok 8 kes piştî karûbarên îfadedayînê hatin berdan.    Li Wanê di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Wanê daye destpêkirin de, roja 4’ê Nîsanê polîsan bi ser gelek malan de girt û 15 kesan kirin binçavan. Ji van 15 kesan 8 jê zarok in. Duh li Midûriyeta Polîsan a Wanê piştî karûbarên îfadedayînê 5 jê zarok 8 kes hatin berdan. Karûbarên îfadedayîna 7 kesan jî hê didome.