Ji bo girtiyên nexweş ji tifaqan re nameyek hate şandin 2023-04-07 13:52:29   NAVENDA NÛÇEYAN - Hewldana 1000 Jinan a Ji Bo Girtiyên Nexweş ên Jin bi nameya ku ji siyasetmedaran re şand destnîşan kirin ku di pêvajoya hilbijartinê de, partiyên siyasî û tifaqên hatine avakirin helwesta xwe ji bo girtiyên nexweş diyar bikin û xwestin ku daxwaza azadiya ji girtiyên nexweş re têxin rojeva xwe.    Hewldana 1000 Jinan a Ji Bo Girtiyên Nexweş ên Jin, di demeke ku ji hilbijartina 2023'yan a Serokkomariyê û ya giştî re demeke kurt maye de ji bo jinên girtî ên nexweş ji siyasetmedaran re nameyek şand. Jinan di nameya xwe de diyar kirin ku divê berdanaa girtiyan wekî beşek ji danezana hilbijartinê bê destgirtin û ji bo reforma darazê xebat bên kirin. Herwiha jinan xwest ku hemû siyasetmedar li mafê jiyanê yê girtiyan xwedî derkevin û ji bo vê tişta ku wê bikin bi raya giştî re parve bikin.   Nameya jinan bi giştî wiha ye:Bizler hasta kadın mahpusların sağlık ve yaşam hakkı için mücadele eden bir grup kadınız.   "Em komek jinên ku ji bo mafê jiyan û tenduristiyê yên girtiyên nexweş ên jin têdikoşin in. Li girtîgehên Tirkiyeyê bi sedan girtî hene ku gelek ji wan nexweşên giran in. Li gorî daneyên Komîsyona Girtîgehan a Navendî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), heta Nîsana 2022’yan hatibû diyarkirin ku hezar û 517 girtiyên nexweş hene, 651 ji wan jî nexweşên giran bûn. Tenê di sala 2021’ê de 7 jê piştî ku înfaza wan hat taloqkirin herî kêm 59 girtiyên nexweş mirine.   EM NIKARIN RÊ BIDIN KU GIRTIYÊN NEXWEŞ TERKÎ MIRINÊ BÊN KIRIN   Me di destpêka sala 2022’an de, di demekê de ku rewşa tenduristiyê ya yek ji girtiyên siyasî yên nexweş Aysel Tûglûk her ku diçû xirab dibû, kampanyaya '1000 jinan a ji bo Aysel Tûglûkê' da destpêkirin. Di şexsê Aysel Tûglûk de ji bo parastina mafê jiyanê yê bi sedan girtiyên nexweş ên ku gelek ji wan nexweşiyên wan giran in, ji bo li malên xwe û di nava hezkiriyên xwe de bijîn û bên dermankirin hatin gelhev. Aysel Tûglûk bi saya ked û hewldana jinên li Tirkiyeyê têdikoşin û ji çar aliyên cîhanê piştgirî ji vê têkoşînê re hat dayîn êdî niha ne di girtîgehê de ye. Lê gotina ku me got dema me dest bi vê kampanyayê kir hê jî derbasdar e; Em nikarin rê bidin ku girtiyên nexweş li ber çavan terkî mirinê bên kirin.     Mafê herkesî ya jiyana bi tendurist heye û parastina vê mafê jî ji bo me girîng e. Heke li girtîgehan mafê jiyanê nayê parastin, tê tehdîtkirin, demokrasî û mafê mirovan tê binpêkirin, mirov nikare li derve jiyaneke azad û demokratîk bijî.    EM DIXWAZIN DENGÊ GIRTIYÊN NEXWEŞ LI HER DERÊ BÊ BIHÎSTIN   Di erdheja 6’ê sibata 2023’yan de em bi rastiya desthilatdariya AKP’ê ya 20 salan re rûbirû man. Jiyana welatiyên xwe berçav negirtiye û ji bo jiyana bi tendurist û ewle ya welatiyên xwe tu tedbîr negirtiye. Erdhejê di warê civakî û siyasî de wêraniyê derxist holê. Di encamê de girtiyên nexweş li girtîgehan terkî mirinê kirin. Em dengê wan dibihîzin û em dixwazin ev deng li her derê bê bihîstin. Piştî Aysel Tûglûk em ji bo girtiyên jin ên nexweş ên li girtîgehan jî têkoşîna xwe didomînin. Îro em dizanin ku gelek ji wan girtiyan tenê ji ber kirin û gotinên xwe yên di çarçoveya azadiya fikir û raman, azadiya civîn û xwepêşandanê de di girtîgehê de ne, rehînên siyasî yên hikûmeta AKP-MHP'ê ne. Girtiyên siyasî yên nexweş piştî azadbûnê rastî gefan tên û mûxalefeta civakî jî bi vî rengî hewl dide ku bikişîne nava tirsê.   BILA GIRTIYÊN NEXWEŞ DEMILDEST BÊN BERDAN   Dewlet mecbûr e ku mafê jiyaneke bi tendurist ji bo hemû girtiyên nexweş biparêze. Di vî warî de ji ber sedemên bîrdozî du standard nayên dîtin. Em dixwazin girtiyên nexweş demildest serbest bên berdan û mafê wan hebe ku di bin çavdêriya xizmên xwe de, di nava şert û mercên saxlem de û bêyî ku zirarê bidin rûmeta mirovan, bên dermankirin. Bi baweriya ku ev daxwaz parçeyek ji hêviya siberoja demokratîk e, em biryardariya xwe ya berdewamkirina têkoşîna xwe ya ji bo girtiyên jin ên nexweş radigihînin.   DIVÊ GIRTIYÊN NEXWEŞ DI ROJEVA TIFAQAN DE BE   Di demek nêzîk de li pêşiya me hilbijartinek heye. Di hilbijartinên serokomarî û parlementoyê de, divê girtiyên nexweş di rojeva takekesî û partiyên siyasî û tifaqan de bin. Ev pêdiviya demokrasiyê ye. Parastina mafê jiyanê ku divê di nav sozên herî pêşîn ên qada siyasî de be. Heya ku jiyana li girtîgehan bi hêsanî dest jê bê berdan, ne mimkûn e ku jiyana me li derve bi nirx û ewle be.   DIVÊ BERDANA GIRTIYÊN NEXWEŞ BIBE BEŞEK JI MANÎFESTOYA   Bi vê mebestê em teqez dikin ku divê serbestberdana girtiyên nexweş bibe beşek ji beyannameyên hilbijartinê û xebatên reforma darazê. Ji ber ku em dizanin ku piraniya van kesan ji ber nêrînên xwe yên siyasî li girtîgehan nexweş ketin, rastî îşkence, zext û tecrîdê tên û bi awayekî sîstematîk ji xizmetên tenduristiyê bêpar in, em dixwazin teqez bikin ku divê serbestberdana girtiyên nexweş bibe beşek ji manîfestoya hilbijartinê û hewldanên reforma dadwerî. Di rojevê de anîna daxwaza azadiyê ya ji bo girtiyên nexweş jî wê hewldanek pir bi nirx be. Planan bi raya giştî re parve bikin.   Em ji we hêvî dikin ku hûn mafê jiyanê yê girtiyên nexweş biparêzin û we vedixwînin ku hemû tedbîrên xwe bigirin an jî tevkariyê li pêkanîna hemû tiştên ku di vî warî de bên kirin û planên xwe yên di vî warî de ji raya giştî re aşkere bikin."