Li Rihayê buroya hilbijartinê ya jinan hate vekirin 2023-04-07 15:09:09   RIHA - Partiya Çep a Kesk li Taxa Mancê ya Rihayê buroya hilbijartinê ya jinan vekir.    Partiya Çep a Kesk li Taxa Mancê ya girêdayî navçeya navendî ya Eyyubiye ya Rihayê buroya hilbijartinê ya jinan vekir. Endamên Tevgera Jinên Azad, Meclisa Dayikên Aştiyê, parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Rihayê Ayşe Surucu, Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û bi sedan welatî beşdar bûn.    Jinên ku bi stranên kurdî û tirkî yên Partiya Çep a Kesk re govend gerandin dirûşmeya “Jin jiyan azadî” berzkirin. Dayika aştiyê Meyaser Korkmaz a di vekirina buroyê de axivî wiha got: “Em ê xebatên xwe bi awayekî xurt bimeşînin. Em ê di van hilbijartinan de qezenç bikin û desthilata wan bi dawî bikin.”   Parlamentera HDP’ê ya Rihayê Ayşe Surucu jî Denîz Poyraz a di êrişa li ser Rêxistina HDP’a Îzmîrê de hate qetilkirin bi bîr anî. Surucu, diyar kir ku di hilbijartinên 14’ê gulanê de wê hesaba Denîz Poyraz bipirsin û wiha berdewam kir: “Di van hilbijartinan de em ê ji kesên tehamula wan ji mafên mirovan, demokrasî û azadiyê nîne re yek bi yek hesabê bipirsin. Em ji van hilbijartinan bi hêvî ne. Di van hilbijartinan de wê seltaneta AKP’ê û MHP’ê têk biçe. 20 sal in pergala faşîst û nijadperest a AKP’ê tiştek neda gelan. Ev pergal dijmina jinan e. Dijmina gelê kurd e. Em ê di vê hilbijartinê de bi vê pergalê bidin windakirin.”   Piştî axaftinan Dayikên Aştiyê qurdeleya mor a buroya hilbijartinê birî û buro vekirin.