Li Cizîrê bi hezaran kes li hev kom bûn: Dê AKP biçe, gel bên! 2023-04-07 22:34:58   ŞIRNEX- Li Cizîrê buroya hilbijartinê ya jinan a Partiya Çep a Kesk hat vekirin. Hevberdevka Partiya Çep a Kesk Çîgdem Kiliçgun Ûçarê di vekirinê de axivî û got: “AKP wê biçe, em ê werin. Tirkiye wê bi ser bikeve, wê gelên Tirkiyeyê bi ser bikevin."   Li taxa Cûdî ya Cizîra Şirnexê buroya jinan a hilbijartinê ya Partiya Çep a Kesk hat vekirin. Hevberdevka Partiya Çep a Kesk Çîgdem Kiliçgun Ûçar, Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Şirnexê Nûran Îmîr, aktivîstên Tevgera Jinên Azad(TJA), Partiya Heremên Demokratîk (DBP), Meclisa Dayikên Aştiyê, endam û rêveberên navendê û navçeyan ên HDP û DBP’ê, Komeleya Çand û Ziman ya Bircabelekê, MEBYADER, TUAY-DER û gelek kes beşdarî bernameyê bûn.   Qad bi ala û flamayên Partiya Çep a Kesk ve hat xemilandin. Bername bi stranan û govendê dest pê kir. Li qadê zêdebûna ciwanan bal kişand. Bername bi gerandina govendê dest pê kir. Girse bênavber dirûşmeyên “Jin Jiyan Azadî”, “Em ê bi ser bikevin”, “Îtîfaq” û “Tayyîp îstîfa” berz kirin.   ‘EM Ê BI SER BIKEVIN’    Ji bo kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dan deqeyek rêz hat girtin. Piştre Hevberdevka Partiya Çep a Kesk Çîgdem Kiliçgun Ûçar axivî. Ûçar diyar kir ku gelê Cizîrê ji niha ve encama hilbijartinê diyar kiriye û got: “Gelê Cizîrê duh destûr neda polîtîkayên înkar, asîmîlasyon, talankerî û mêtingeriyê yên vê desthilatdariyê, îro jî destûrê nadin. Polîtîkayên mêtingerî û dij-kurd ên vê hikûmetê ji zû ve hatine pûçkirin. Têkoşîna gelê Cizîrê û hezkirina wan a azadiyê ne tenê li vir di heman demê de li hemû cîhanê rû dide. Di 8’ê Adarê de em li qadan bûn  dema “Jin Jiyan Azadî” dihat gotin. Em di Newrozê de li her derî, li kolanan bûn. Me dengê xwe, gotina xwe, daxwaza xwe ya guhertinê, israra xwe ya di Tirkiyeya demokratîk de anî ziman. Îro her kes dikare berdewamî û piştrastkirina vê israrê bibîne.”   Parlementera Şirnexê Nûran Îmîr jî axivî û destnîşan kir ku jin di hilbijartinê de dê hesab bipirsin û got ku gelê kurd û jinên kurd dê bi yek dengî dawî li vê rejîmê bînin.   Piştî axaftinan buroya hilbijartinê ya jinan bi coşekê mezin hat vekirin. Bername bi govendgerandinê û berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.   Di dawiya bernameyê ciwan bi berzkirina dirûşmeya "Bijî Serok Apo” meşiyan.