Dîmenên dema êrişa li avahiya HDP'ê nehatin temaşekirin: Hardîsk xera bûye! 2023-04-08 09:01:57 EDENE - Der barê Ahmet Mayûkê ku bi keviran êriş bir ser avahiya HDP'a Çûkûrovayê bi sûcê "zirardayîna li mal" doz hat vekirin. Her wiha di îdianameyê de hat diyarkirin ku hardîska ku dîmenên kamerayê lê hatine barkirin xera bûye û dîmen jê çûne.    Serdozgeriya Komarê ya Edeneyê, lêpirsîna der barê Ahmet Mayûk ê 20 salî de temam kir ku Mayûk di 14'ê Nîsana 2022'yan de bi keviran êriş biribû ser Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Çûkûrovaya Edeneyê. Dozgeriyê bi sûcê "zirardayîna li mal" doz li Mayûk vekir û îdianameya ku amade kir ji dadgehê re şand. Dadgeha Cezayê Asliye ya 32'yan a Edeneyê îdianame qebûl kir. Mayûk ku bi awayekî negirtî tê darizandin di rojên pêş de dê li bara dadgehê bê darizandin.    Di îdianameyê de gilîker Hevserokê HDP'a Çûkûrovayê Ergun Atlig e. Di îdianameyê de hatiye diyarkirin ku bûyer di 16'ê Nîsanê de çêbûye, lê polîs di 17'ê nîsanê de hatine lêkolînê kirine. Di îdianameyê de hatiye diyarkirin ku Mayûk çav kevir avêtine avahiya partiyê  û bi derba van keviran lewheya partiyê ya li ser deriyê têketinê şikestiye û ketiye xwarê û flamaya partiyê ya li ber deriyê derve jî hatiye şewitandinû li paceya hêla rastê ya li ber deriyê derve şikestiye.    Di îdianameyê de hatiey diyarkirin ku kamerayên avahiya Midûriyeta Bajêr a Xizmetên Malbat û Civakê ya li hemberî avahiya partiyê hatine lêkolînkirin û di dîmenan de hatiye tespîtkirin de êrişkar Ahmet Mayûk e.    Di îdianameyê de hat diyarkirin ku hardîska ku dîmenên kamerayê lê hatine barkirin xera bûye û dîmen jê çûne.    MA / Hamdûllah Yagiz Kesen