Bavê ku înfaza keça wî 4 caran şewitandin: Bandora tecrîda li Îmraliyê ye 2023-04-08 09:38:46 STENBOL - Bavê Dîlan Oynaş a li Girtîgeha Jinan a Sîncanê tê ragirtin û cara 4’emîn înfaza wê hate şewitandin, Vahap Oynaş, ê girtîgehan weke “malên îşkenceyê” penase dike diyar kir ku bêhiqûqiya li girtîgehan bandora tecrîda li Îmraliyê ye.    Rojnamevan Dîlan Oynaş a bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” ji sala 2016’an ve li Girtîgeha Jinan a Sîncan a Enqereyê girtî ye, tevî ku di 26’ê Nîsana 2022’yan de cezayê lê hatiye birîn xelas bûye jî bi biryara Lijneya Çavdêrî û Îdareyê li girtîgehê tê ragirtin.   Lijneya ku Oynaş di 27’ê nîsana 2022’yan de bi hinceta “ne di rewşeke baş de ye” berneda di 21’ê tîrmeha 2022’yan de berdana wê cara dûyemîn nirxand. Lê vê carê jî înfaza Oynaş a ji ber “poşmantiya” lê hate ferzkirin qebûl nekir 6 mehan hate dirêjkirin. Lijneya Çavdêrî û Îdareyê ku di 21’ê çileyê de cara sêyemîn kom bû, bi hinceta cezayê dîsîplînê yê li Oynaş hatiye birîn cara sêyemîn înfaza wê taloq kir. Lijneya Çavdêrî û Îdareyê herî dawî di 27’ê adarê de cara çaremin kom bû, vê carê jî ji ber ferzkirina “poşmantiyê” qebûl nekir, berdana Oynaş asteng kir û înfaza wê 6 mehan dirêj kir. Bav Vahap Oynaş, bertek nîşanî bêhiqûqiya li keça wê hatiye kirin da.    ‘MALA ÎŞKENCEYÊ’    Bav Oynaş ê girtîgehan weke “malên êşkenceyê” pênase dike diyar kir ku bêhiqûqiya li girtîgehan bandora tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan e ku li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê tê ragirtin e. Oynaş di berdewama axaftina xwe de ev tişt gotin: “Di sala 2016’an de dema OHAL’ê de çend caran çûm hevdîtina keça xwe lê destûr nedan ku ez pê re hevdîtinê bikim. Dema herî dawî pê re axivîm jî got bi ser qawişa lê dimîne kirine. Di pêvajoya çalakiya greva birçîbûnê de her tim bi ser qawişên wan de girtine. Name û pirtûkan ji xwe nadinê.”   Oynaş, da zanîn ku li girtîgehê di zivistanê de betanî hatine komkirin û wiha pê de çû: “Armanc eziyete bidine wan e. Beriya 3 mehan keça min geriya û got ‘Ji bo mehekê cezayê ragihandinê li min birîn mereqa min nekin’. Ceza jî bi hinceta dema ez pê re bi telefonê diaxivîm hin dengên din jî hatine hatiye birîn. Ji ber mala me qelebalix bû di hevdîtinên ku bi keça xwe re kirin de dengê zarokan dihat ev ceza lê birîn.”    ‘DI BIN NAVÊ ÎNTÎXARÊ TÊN KUŞTIN’   Oynaş, diyar kir ku li dijî binpêkirinên mafan li ber deriyê Girtîgeha Sîncanê daxuyanî dan, bang li Wezareta Dadê kirin lê ji wan re tu bersiv nehatin dayîn. Oynaş, axaftina xwe wiha domand: “Yekane derdê me ew e ku ji girtîgehan cenaze dernekevin. Bi dehan jin û mêr di bin navê întîxarê de tên kuştin. Bi hezaran girtiyên nexweş hene. Em dixwazin hemû bên berdan.”   Oynaş, bi bîr xist ku ji ber înfaza girtiyên 30 salan tên şewitandin, nayên berdan û da zanîn ku dema vê hefteyê çû hevdîtina keça xwe hîn bû ku înfaza 2 girtiyên 30 sal in di girtîgehê de ne şewitandine û pirsa “Ev înfaz çima tên şewitandin?” pirsî.    GIŞTÎNAMEYA WEZARETÊ   Oynaş, giştînameya bi îmzeya Wezîrê Dadê Bekîr Bozdag di meha çileyê de ji bo girtiyên nexweş hate weşandin bi bîr xist û anî ziman ku giştîname ji bo girtiyên siyasî û kurd derbasdar nîne. Oynaş, di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Ev rewş tenê ji ber nasnameya kurd e. Kesên jinan qetil dikin, baronên tiryakê û mafyayê berdidin. Tu mafî nadin kesên çand, ziman û nasnameya xwe diparêzin. Tişta bi navê hiqûq nîne. Hiqûqeke li gorî wan heye.”   ‘ZEXTA LI SER ÇAPEMENIYA AZAD’     Oynaş, qala zextên li ser rojnamevanên kurd kir û wiha lê zêde kir: “Ji ber rastiyan nîşan didin tên girtin. Divê çapemenî li vî welatî azad bibe. Li ser hemû saziyên kurd zextek heye. Bi taybetî hewl didin çapemeniyê bêdeng bikin. Li ser navê kurd çi hebe ji holê radikin. Li dijî van polîtîkayên tunehesibandinê heta dawiyê em ê li ber xwe bidin.”   Oynaş, destnîşan kir ku divê tecrîda li Îmraliyê bê rakirin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ev sedsal sedsala gelê kurd e. Rol û risteke dîrokî dikeve li ser milê kurdan. Divê di vê hilbijartinê de pergal were guhertin û rêveberiyeke bi edalet were. Divê em dest bidin hev û ji van polîtîkayên zilmê û neheq re bêjin bes e.”