ATK: Lîmîta leza wesayîta qeymeqamê ku Mûhammed eciqand 2 qat zêde ye 2023-04-08 10:04:22   AMED - Daîreya Îhtisasê ya Trafîkê ya ATK'ê, destnîşan kir ku qeymeqam Server Sînanoglû ku li Amedê pêl zarokekî 13 salî kiribû û ew kuştibû, leza wesayîta wî 2 qatan di ser ya asayî re bûye.    Di 15'ê Tîrmeha 2022'yan de Qeymeqam Server Sînanoglû li Bismila Amedê, bi cîpa Qeymeqamtiya Kercewsê pêl Mûhammed Çelîk kiribû û ew kuştibû. Sînanoglû piştî bûyerê hatibû girtin û paşê hatibû berdan. û tayinî Muşawirtiya Hiqûqê ya Walîtiya Çorûmê hatibû kirin.    Daîreya Îhtisasê ya Tarfîkê ya Saziya Tiba Edlî (ATK), destnîşan kir ku di rê de diviyabû lîmîta leza wesayîtê 50 kîlometre bûya, lê Sînanoglû ew di navbera 100-110 kîlometreyan de ajotiye.    ÇI QEWIMÎBÛ?   Qeymeqamê Kercewsê Server Sînanoglû, bi wesayîta weymewamtiyê ji Êlihê ber bi Amedê ve bi rê ketibû. Sînanoglû li navçeya Bismilê pêl Mûhammed Çelîkê 13 salî kiribû û ewkuştibû. PIştî bûyerê testa araqê hatibû kirin û dekrtibû holê ku Sînanoglû araq vexwariyeç    Piştî bûyerê Sînanoglû hat binçavkirin û paşê hat girtin. Sînanoglû piştî dmeeke kurt hat berdan û tayinî Mûşawirtiya Hiqûqê ya Walîtiya Çorûmê hat kirin.    Dadgeha Cezayê Giran a 11'an a Amedê îdianameya der barê Sînanoglû de ku dozger xwestibû bi sûcê "kuştian biqusûr" di navbera 2 sal û 8 mehan û 9 salan de ceza lê bê birîn, qebûl kir. Piştî vê draizandin dest pê kir. Di dema darizandinê hat xwestin ku Saziya Tiba Edlî rapora der barê leza wesayîtê de amade bike.   Daîreya Îhtisasê ya Tarfîkê ya Saziya Tiba Edlî (ATK), destnîşan kir ku di rê de diviyabû lîmîta leza wesayîtê 50 kîlometre bûya, lê Sînanoglû ew di navbera 100-110 kîlometreyan de ajotiye.