Di binçavan de îşkenceya lêgerîna tazî li zarok kirin? 2023-04-08 12:12:52   WAN - R.K. a 17 salî ku çend roj berê li Wanê hatibû binçavkirin, li Şaxa Têkoşîna Dijterorê cilên wê hatin derxistin û bi lêgerîna tazî re rûbirû maye.    Du roj berê bi biryara Serdozgeriya Komarê ya Wanê zaroka bi navê R.K. a 17 salîhat binçavkirin û li şûna Şaxa Zarokan wê birin Şaxa Têkoşîna Dijîterorê ya Wanê û hemû kincên wê jê kirin û lêgerîna tazî li ser hat kirin. Piştî lêgerîna tazî jî derket holê ku R.K li Şaxa Zarokan a Midûriyeta Polîsan tevî ku bi şev xwestiye wê bibin tuwaletê jî lê nehatiye birin. Parêzerê R.K., der barê polîsan de bi îdiaya "îstîsmarkirina wezîfeyê", "îşkence, eziyet, muameleya dijî mirovan û biçûxistinê” gilî kir.    LÊGERÎNA TAZÎ LÊ HATIYE KIRIN    Di çarçoveya lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Wanê ve tê birêvebirin de, di 4'ê Nîsanê de di serdegirtina malan de 8 jê zarok 15 kes hatibûn binçavkirin. Ji zarokên ku hatin binçavkirin yek jê zaroka 17 salî R.K. ye. Ji ber ku li mala xwe nehat dîtin nehat binçavkirin. R.K. û parêzerê wî di 6’ê nîsanê de çûbûn dozgeriyê û xwestibûn îfadeyê bidin. Lê belê dozgeriyê li şûna îfadegirtinê biryara binçavkirinê da. R.K. hat binçavkirin û diviyabû bibin Şaxa Zarokan a Midûriyeta Polîsan, lê polîsan ew bir Şaxa Têkoşîna Dijterorê ya Midûriyeta Polîsan. R.K. ku di bin navê hevpeyvîna pêşwext de ji terefê 2 polîsan ve bi awayekî derqanûnî jêpirsîn hat kirin, ji teref polîseke jin a ku paşê ket odeyê hat xwestin ku cilên xwe derxe. Hat diyarkirin ku li ser îtîraza R.K., polîsan ew agahdar kirine ku dê zoriyê lê bikin. Piştî niqaşê derket holê ku R.K. di odeyê de tê ragirtin, hemû cil û bergên xwe ji xwe kirine û lêgerîna tazî li ser hatiye kirin.    WÊ NEBIRINE TUWALETÊ    R.K. piştre ji Şaxa Têkoşîna Dijterorê birin Şaxa Zarokan û heta roja hatiye berdan jî wê nebirine tuwaletê. R.K. her çiqas daxwaz kiriye ku polîs wê bibin tuwaletê jî lê wê nebirine. Piştre dozgeriyê îfadeyên R.K. girt û biryara berdana wê da.    PARÊZER GILIYÊ POLÎSAN KIR   Tiştên hatine serê R.K. ji parêzerê xwe Hamdî Koçak re vegot. Parêzer Koçak jî derbarê polîsên ku tundî û lêgerîna tazî li miwekîla wî kirine de gilî kir. Koçar diyar kir ku hewldan û tevgerên li dijî rûmeta mirovan in li miwekîla wî hatine kirin û lêgerîna tazî li miwekîla wî hatiye kirin û ew ê vê yekê qebûl nekin û dozê bişopînin.    MA/ Adnan Bîlen