Mazlûm Ebdî: Piştgiriya YNK’ê ya bo Rojava Tirkiyeyê aciz dike 2023-04-08 12:33:06   NAVENDA NÛÇEYAN - Fermandarê Giştî yê HSD'ê Mazlûm Ebdî diyar kir ku wê peywendiyên wan ên bingehîn dê li gel li Silêmaniyê bidomin.    Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî êrişa hewayî ya li ser Balefirgeha Navneteweyî ya Silêmaniyê şermezar kir. Ebdî li ser hesabê xwe yê Twitterê daxuyanî da û êriş bi tundî şermezar kir û wiha got: “Em ê peywendiyên xwe yên bingehîn li gel bira û hevpeymanên xwe yên li Silêmaniyê re berdewam bikin.   Binpêkirinên li Iraq û Sûriyeyê berdewam in û li ser herêmê bandorên ciddî çêdikin. Helwesta Yekitiya Niştîmanî ya ji bo piştgiriya birayên xwe yên li Sûriyeyê, Tirkiyeyê aciz dike. Peywendiyên me yên bingehîn yên li gel bira û hevpeymanên me yên li Silêmaniyê re wê berdewam bikin. Li dijî van binpêkirina yekrêzin.”