Rêveberiya Xweser: Armanca êrişê destkeftiyên başûrê Kurdistanê ye 2023-04-08 14:27:23 NAVENDA NÛÇEYAN - Rêveberiya Xweser êrişa li ser balafirgeha Silêmaniyê şermezar kir û diyar kir ku aramanca êrişê dorpêçkirina destkeftiyên Başûr û destwerdan li Iraqê ye.    Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyekê êrişa li ser balafirgeha Silêmaniyê şermezar kir û destnîşan kir ku li hember vê êrişê divê helwestên zelal ên hemû hêzên Iraqê û Başûrê Kurdistanê hebin.   Berfirehiya daxuyaniyê wiha ye: “Tirkiye binpêkirinên xwe li herêmê didomîne. Hewl dide ewlehî û îstiqrara herêmê têk bibe û tevlihevî û fikaran biafirîne. Êdî rol û armancên Tirkiyeyê di vê pêvajoyê de ji her kesî re veşartî aşkera ne. Bi nêzîkbûna dema hilbijartinan re, Erdogan û hevalbendên wî hewl didin kaxezan tevlihev bikin, da ku careke din bigihêje ser desthilatê û planên xwe li herêmê temam bikin.   Bûyera ku duh (7'ê Nîsanê) ya li bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê rû da, berdewama siyasetên dewleta Tirk ên li Iraqê bi tevahî ye ku serdestiya wê binpê dike û bi hincetên ne di cih de destwerdanê li Iraq û herêma Kurdistanê dike.   Em Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrişa dijminane ya li ser balafirgeha Silêmaniyê şermezar dikin. Em diyar dikin ku ev dijminahî xwesteka Tirkiyeyê ya şantajkirina hêzên siyasî nîşan dide û li aliyekî din xwesteka îstîsmarkirina van bûyeran ji bo berjewendiyên Erdogan di hilbijartinên bê de, nîşan dide.   Em piştgiriyê didin birayên xwe yên YNK`ê û yên li Silêmaniyê. Em destnîşan dikin ku divê li hember vê êrişê helwestên zelal ên hemû hêzên Iraqê û Herêma Kurdistanê hebin. Ji ber ne tenê hedefgirtina herêmekê yan cihekî ye, lê belê siyaseteke diyar e û armanca wê dorpêçkirina destkeftiyên Herêma Kurdistanê û destwerdan û binpêkirina Iraqê û serweriya wê ye."