Partiya Çepên Kesk li Xelfetiyê buroya hilbijartinê vekir 2023-04-08 14:39:59 RIHA - Partiya Çepên Kesk li navçeya Xelfetiyê buroya hilbijartinê bi awayekî biçoş vekir.   Partiya Çepên Kesk ku starta hilbijartinê da li navenda navçeya Xelfetiyê bi tevlibûna şeniyên bajarokî bi çoşeke mezin buroya hilbijartinê vekir. Her wiha rêxistinên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên bajar û navçeyan jî di vêkirina buroyê de amade bûn.    Şeniyên bajarok ku li ber avahiya buroyê kom bûn bi daholê govend gerandin û bi çepik û coşeke mezin vekirina buroyê pîroz kirin. Hevserokê HDP’a Xelfetiyê Mehmet Yildirim di vekirina buroyê de axivî û diyar kir ku ew bûne pêşengên ewil yên aştiyê û wiha got: “Em bi hêsanî nehatin van rojan. Em bi zindanan hatin van rojan. Me hemûyan dît ku di 3'ê Nîsanê de vekirina buroya me ya hilbijartinê çawa hat astengkirin. Em bi têkoşîna gelê kurd, jin, ciwan û gelan hatin van rojan. Ji ber ku partiya me HDP di bin xeteriya girtinê de ye, em ê bi Partiya Çepên Kesk re bikevin hilbijartinan. Tişta ku em ji we dixwazin ew e ku li her derê sindoqên Partiya Çepên Kesk boyax bikin. Şert û mercên zindanê, zext û tecrîd her tişt girêdayî têkoşîna me û encamên sindoqan e. Berpirsiyarî, em bi bawer in ku gelê me dê di sindoqan de partiya Çepên Kesk hilbijerê.”     Piştî axaftinê Hevserokê HDP’ê yê Rihayê Ahmet Atiş, Hevserokên BDP’ê yên Xelfetiyê, Bekir Ozturk û Saniye Bayram, Hevserokê HDP’a Xelfetiyê Mehmet Yildirim bi birîna qurdeleyê buro vekirin. Piştî vekirina buroyê jî girseyê bi gerandina govendê û berzkirina dirûşmeyên, 'Jin jiyan azadî' vekirina buroye pîroz kirin.