‘Bi kîjan hişî girtiyê nexweşê giran ê ji sedî 85 astengdar di girtîgehê de ye’ 2023-04-08 15:48:51   ÎZMÎR - Şaxa ÎHD’a Îzmîrê bal kişand ser pirsgirêkên tenduristiyê yên Îlhan Dîkme dijî û ev pirs kir: “Bi kîjan hişî girtiyê nexweş ê giran ê ji sedî 85 astengdar di girtîgehê de ye?”   Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş çalakiya xwe ya 273’yemîn ku 3 hefteyan carekê li dar dixe li ber Sumerbank a Kevin a Konakê li dar xist. Di çalakiya ku pankarta “Girtiyên nexweş dimirin, bêdeng nebe” hate vekirin de nûnerên rêxistinên sivîl ên civakî û partiyên siyasî amade bûn. Berdevkê Komîsyona Girtîgehan ê ÎHD’ê Ahmet Çîçek metnê daxuyaniyê xwend. Çîçek bal kişand ser rewşa girtiyên nexweşê giran Îlhan Dîkme yê li Girtîgeha Tîpa R a Menemenê tê ragirtin.    ÇÎROKA ÎLHAN DÎKME   Çîçek ê çîroka Îlhan Dîkme (50) yê ji ber 3 sal mehek û 15 roj cezayê hefsê yê lê hate birîn di 2’yê nîsana 2019’an de hate girtin û li birin Girtîgeha Kepsût a Balikesîrê di yek odeyê de ma xwend.    JI SEDÎ 85 ASTENGDAR E   Çîçek, anî ziman ku Dîkme ji sedî 85 astengdar û pirsgirêka wî ya bi rê ve çûnê jî heye û wiha bang li Wezareta Tenduristiyê û rayedaran kir: “Bi kîjan hişî girtiyê nexweş ê giran ê ji sedî 85 astengdar di girtîgehê de ye? Li cem malbata xwe bû, tedawiya wî dihate kirin, çima dîsa hatiye girtin? Tevî ku ji bo taloqkirina înfazê serlêdan kiriye jî çima bersiv nayê dayîn? Em weke parêzvanên mafên mirovan daxwaz dikin ku înfaza wî bi lez û bez bê taloqkirin û demildest bê berdan.”