Mezlûm Ebdî: Piştgiriya YNK'ê ya ji bo Rojava Tirkiyeyê aciz dike 2023-04-08 11:40:27   NAVENDA NÛÇEYAN - Fermandarê giştî yê QSD'ê êrişa li dijî balafirgeha Silêmaniyê şermezar kir û got ew ê hevkariya xwe ya li gel hevkarên xwe yên li Silêmaniyê bidomînin.   Fermandarê giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mezlûm Ebdî têkildarî êrişa hewayî ya li ser balafirgeha Silêmaniyê ya Başûrê Kurdistanê daxuyaniyek li ser hesabê xwe yê Twitterê parve kir.   Mezlûm Ebdî got: "Em êrişa ji aliyê Tirkiyeyê ve ya li dijî balafirgeha Silêmaniyê şermezar dikin. Ev binpêkirin li Iraq û Sûriyeyê dewam dikin û bandorên wê yên xeternak li ser herêmê hene.”   Ebdî anî ziman ku helwesta Yekitiya Nîştimanî ya Kurdistanê ya “piştevaniya bi birayên xwe yên li Sûriyeyê” dewleta Tirk aciz dike û got: “Em têkiliyên xwe yên destpêkê yên bi bira û hevkarên xwe yên li Silêmaniyê re dewam bikin. Em di eniyekê de li dijî van binpêkirinan in."