Şandeya Iraqê ji bo êrişê lêkolîn bike li Silêmaniyê ye 2023-04-08 16:42:21 NAVENDA NÛÇEYAN - Şandeyek Ewlekariyê ya Iraqê bi serokatiya şêwirmendê Asayîşa Nîştimanî ya Iraqê li Silêmaniyê ye û dest bi lêkolînkirina êrişa ser balafirxaneya Silêmaniyê kirin.   Ji bo lêkolînkirina êrişa li ser balafirxaneya Silêmaniyê, li ser biryara serokwezîrê Iraqê, şandeyek bi serokatiya şêwirmendê Asayîşa Nîştimanî ya Iraqê Qasim Erecî, herwiha bi amadebûna serokê Saziya Asayîşa Netewî Hemîd Elşetrî, serokê Saziya Dijterora Iraqê Ebdulwehab Elsadî, cîgirê fermandariya operasyonên hevbeş Elmehêmedawî gihiştin Silêmaniyê.   Şandeya Iraqê ji bo êrişa li ser balafirxaneya Silêmaniyê lêkolîn bikin, li Silêmaniyê ye. Şande piştî gihişt balafirxaneyê, serdana cihê bûyerê kir.   Tê payîn ku piştî lêkolînan şande bi serokê YNK’ê Bafil Talebanî re bicive.