Ferhat Şamî: Heya Mazlûm Ebdî negihîşt cihê xwe me agahiyên der barê êrişê de sînordar kirin 2023-04-08 18:51:49   NAVENDA NÛÇEYAN - Berpirsê Navenda Ragihandinê ya QSD`ê Ferhad Şamî der barê êrişa li Balafirgeha Silêmaniyê de daxuyand ku heta Fermandarê Giştî yê QSD'ê Mazlûm Ebdî bi awayekî ewle negiştiye cihê xwe agahiyên agahiyên der barê êrişê de sînordar kirine.   Daxuyaniya berpirsê Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Ferhad Şamî ya der barê êrişa li Balafirgeha Silêmaniyê wiha ye:   “Di çarçoveya berpirsyariyên ewlehiyê yên asta jor de û girêdayî selameta Fermandariya hêzên me, Navenda Ragihandina QSD agahiyên der barê êrişa Tirkiye ya li ser balafirgeha Silêmaniyê ku dema Fermandarê Giştî yê QSD Mezlûm Ebdî li wir bû pêk hat sînordar kir, heta ku Fermandarê Giştî bi awayekî ewle gihişt heremên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Di êrişê de tu ziyanên canî çênebû. Der barê hurguliyên êrişê de dê hêzên me di dema pêş de daxuyaniyeke berfireh belav bikin.”