Li Burkîna Fasoyê êriş: 44 kesan jiyana xwe ji dest dan 2023-04-09 08:58:53   NAVENDA NÛÇEYAN - Di encama êrişa li dijî bakurê Burkîna Fasoyê de 44 kesan jiyana xwe ji dest dan.   Hinek kesên ku nehat zanîn bê ka kî ne, li bakurê Burkîna Fasoyê bi çekan êrişî gundên Kourakou û Tondobî yên li herêma Sahelê kir. Di encama êrişê de 44 kesan jiyana xwe ji dest dan. Heta niha jî tu kesî êriş li xwe negirtiye.    Hêjayî bibîrxistinê ye ku DAIŞ ji sala 2015’an heta niha êrişî Burkîna Fasoyê dike. Li gorî daneyên hikûmetê; di encama êrişên ji sala 2015’an heta 2021’an de 600 jê hêzên ewlekariyê bi giştî 2 hezar kesan jiyana xwe ji dest dan û 2 milyon kes jî neçar man ku warên xwe biterikînin.