ROJEVA 9’Ê NÎSANA 2023’YAN 2023-04-09 09:00:10   * Perwerdekarên dilxwaz ên Piştevaniya Erdhejê ya Hatayê, li 10 taxan ji bo zarokan kon vedan û li vir hem perwerdeyê didin hem jî ji bo zarokan qadên lîstikê çêkirine.   * Wênesaz û peykertiraş Ahmet Bostanci, armanc dike ku ji nifşên nû re bi hunerê behsa erdhejê û bandorên wê bike.    * Li navçeya Rezanê avahiyên ji ber erdhejê xesar dîtine dibin cihê çalûkeyeke mezin. Şêniyên navçeyê diyar kirin ku bi talûkeyekê re rû bi rû ne û xwestin ev avahî demildest bên xerakirin.    * Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê Eren Keskîn diyar kir ku Tifaqa Miletê pêbaweriyê li mirov peyde nake û wiha pirsî, "Mesela, dê ji bo tecrîda li Girtîgeha Îmraliyê çi bikin?" Her wiha Keskînê ji bo biryara rawestandina çalakiyên leşkerî ya KCK'ê jî got ku biryareke hêja û di cî de ye.   * Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar dê di roja 748’an de berdewam bike.    * Komeleya Piştgirî û Çandê ya bi Kesên Xizmên Xwe li Xaka Qedîm Windakirin re (KAY-DER) dê li Rihayê 1’emîn Kongreya Asayî li dar bixe. (11:00)   * Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê dê li Pîrînçlîkê şitlan deyne. (12.00)   * * Bi tevlibûna Hevberdevkên HDK’ê Cengîz Çîçek û Esengul Demîr û Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan dê li navçeyên Sultanbeylî û Fatîh ên Stenbolê; bi tevlibûna Hevseroka Giştî ya DBP’ê Saliha Aydenîz li Osmaniyeyê; bi tevlibûna Berdevka Meclisa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran û Seroka Giştî ya Partiya Şoreşger Elîf Torun li Enqereyê; bi tevlibûna Parlamenterê HDP’ê yê Wanê Sezaî Temellî li navçeya Şemzînan a Colemêrgê, bi tevlibûna parlamenterên HDP’ê jî dê li Sêrtê buroyên hilbijartinê bên vekirin. (13.00, 17.00, 15.00, 15.00, 16.00, 20.00) ZINDΠ   * Partiya Çepên Kesk dê li Îskenderûn, Narlidere, Bayrakli, Wêranşar , Hezex û bi tevlibûna Berdevka Meclisa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran û Seroka Giştî ya Partiya Şoreşger Elîf Torun Oneren li navçeya Dîkmenê bûroyên hilbijartinê bên vekirin. (14.00-20.30)   * Rêxistina Partiya Çepên Kesk a Bakirkoyê dê li Qada Azadiyê standa hilbbijartinê bide. (15.00)