Ji bo meşa li Silêmaniyeyê banga tevlibûnê hate kirin 2023-04-09 10:32:39 NAVENDA NÛÇEYAN - Ji bo protestokirina êrişa li dijî balafirxaneya Silêmaniyeyê îro dê xelkê bajar meşekê li dar bixe. Çalakvanên siyasî banga tevlibûna meşê li gel kirin.    Di 8’ê nîsanê de li nêzî Balafirgeha Navneteweyî ya Silêmaniyeyê êrişeke hewayî çêbûbû. Heta niha tu hêzan ev êriş li xwe negirtine lê hemû derdor dibêjin ku êriş ji hêla dewleta tirk ve hatiye kirin. Bertekên li dijî êrişên her ku diçe zêdetir dibin. Bi mebesta şermezarkirina êrişê, komeke ji welatî û çalakvanan pêk tê bi daxuyaniyekê ragihandin ku dê îro saet di 15.00’an de li dijî êrişê meşekê li dar bixin û banga tevlibûnê kirin.    Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Em weke komek kesayet, çalakvan û xelkê Silêmaniyê li dijî vê êrişê bang li xelkê Kurdistanê dikin ku bi yek dengî rabin ser pêyan û rê nedin dijmin ku rûmeta xelkê Kurdistanê binpê bikin.”   Li gorî daxuyaniyê, meş saet di 15.00’an de li Kolana Seholeke ya Silêmaniyeyê dest pê dike.