Polîsan êrişî malbata ku ji bo zarokê xwe çalakî li dar xistî kir 2023-04-09 12:13:20   EDENE - Welatiyê bi navê Huseyîn Taşkiran li mala xwe ya li Yuregîrê hatibû kuştin û îcar jî bombeya deng avêtin mala wî. Malbata Taşkiran, ji bo protestokirina negirtina êrişkaran rê li ber trafîkê girt. Li ser vê yekê polîsan êrişî malbatê kir.    Welatiyê bi navê Huseyîn Taşkiran ê 38 salî, di 6’ê adarê de li mala xwe ya li Taxa 19’ê Gulanê ya navçeya Yuregîr a Edeneyê rastî êrişa çekdarî hat. Taşkiran, li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da û nehat zanîn bê ka heta niha kesek ji ber kuştina Taşkiran hatiye binçavkirin an na.    BOMBEYÊN DENG AVÊTIN MALÊ   Piştî kuştina Taşkiran, li dijî heman malê gelek carên din êrişên çekdarî çêbûn. Malbata Taşkiran li malê dijî û îro di danê sibehê de bi bombeyên deng li dijî malê êriş hate kirin. Malbata Taşkiran hem ji ber negirtina faîlên zarokê xwe û hem jî ji ber êrişên tên kirin, li ser Cadeya Çukurovayê kom bû û rê li trafîkê girt.    Li ser vê yekê gelek polîs sewqî cihê bûyerê hatin kirin û polîsan bi bombeyên gazê êrişî malbatê kir. Di dema êrişê de endamekê malbatê bi ser hişê xwe çû û rakirin nexweşxaneyê.