Derket holê ku kesê Soylu jê re digot ‘PKK’î ye’ gundî ye û bavê 8 zarokan e 2023-04-09 12:32:57   MÊRDÎN - Wezîrê Karên Hundir ê Tirkiyeyê Suleyman Soylu îdia kiribû ku 2 endamên “PKK’ê” hatine kuştin. Lê derket holê ku yek ji kesên hatiye kuştin Lokman Gorgun e ku bavê 8 zarokan e.    Wezîrê Karên Hundir ê Tirkiyeyê Suleyman Soylu şevê din li ser hesaba xwe ya medyaya civakî îdia kir ku li herêma Omeriya ya Mêrdînê 2 endamên HPG’ê hatine kuştin. Derket holê ku ji kesên jiyana xwe ji dest dayîn yek jê endamê HPG’ê Mûsa Kahraman (Çiyager) û yê din jî xalê Kahraman ê 53 salî Lokman Gorgun e.  Hat zanîn ku Gorgun bavê 8 zarokan e û li gund debara xwe bi karê sewalkariyê dikir.    Cenazeyên Kahraman û Gorgun anîn morga Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Mêrdînê. Malbat, ji bo wergirtina cenazeyan li pêşiya morgê disekinin. Malbatan da zanîn ku tu pevçûn derneketine û gumana wan heye ku Kahraman û Gorgun hatibin înfazkirin.