Li Cizîrê rojbûna Ocalan hate pîrozkirin 2023-04-09 14:12:18 ŞIRNEX - Li Cizîrê 74’emîn rojbûna Abdullah Ocalan hate pîrozkirin.    Li Taxa Mûsiriyê ya navçeya Cizîr a Şirnexê bi pêşengtiya Partiya Heremên Demokratîk (DBP), 74’emîn rojbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hate pîrozkirin. Rêxistinên Partiya Çepên Kesk û HDP’ê yên navçeya Cizîrê, aktîvîstên TJA’yê û endamên Meclisa Dayikên Aştiyê tev li pîrozbahiyê bûn. Di çarçoveya pîrozbahiyê de dar hatin çandin.    Di dema çandina daran de jinan hêvî kirin ku ev dar bibin wesîleya azadiya Ocalan û aştiyeke mayînde. Piştî çandina daran, jinan bi hevre strana “Pîroz be li te” gotin û govend gerandin.    Bername bi tililiyan bi dawî bû.