Li Şemzînanê vekirina buroya hilbijartinê: 15’ê Gulanê roja azadiyê ye 2023-04-09 16:14:09 COLEMÊRG - Partiya Çep a Kesk li Şemzînanê buroya hilbijartinê vekir. Parlamenter Feleknas Ûca axivî û got: “Wê di 15’ê Gulanê de deriyên zindanan vebibe û em ê birêz Oclan bigihînin azadiya wî.”  Rêxistina Partiya Çepên Kesk a Colemêrgê li navçeya Şemzînan a Colemêrgê yekemîn bûroya hilbijartinê bi coş û peroşek ezamet vekir. Parlamentera HDP’ê ya Êlihê Feleknas Uca, Parlamenterê HDP’ê yê Wanê Sezaî Temellî, Parlamenterê HDP’ê yê Colemêrgê Saît Dede, Parlamenterê HDP’ê yê Colemêrgê yê berê Abdullah Zeydan, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), endam û rêveberên rêxistinên Partiya Çepên Kesk ên navend û navçeyan û bi sedan welatî tev li vekirina bûroya hilbijartinê bûn.   Şandeya ku beşdarî vekirina buroyê bû li qada Kaniya Barmêşê bi coş hat pêşwazîkirin. Di vekirina buroyê de welatiyan govend gerand û dirûşm berz kirin.    Parlamenter Saît Dede diyar kir ku ew ê di 14’ê Gulanê de alên serkeftinê hildin û ba bikin.    ‘EM Ê BIRÊZ OCALAN AZAD BIKIN’    Parlamentera HDP’ê ya Êlihê Feleknas Ûca jî destnîşan kir ku ev hilbijartina herî girîng a Tirkiyeyê ye û got: “Em ê hesabê her neheqî û zilmê di sindoqan de bipirsin. Em ê di 15’ê Gulanê de deriyên zindanan vekin û birêz Ocalan bigihînin azadiya wî. Ji bo vê divê em têkoşîna xwe berfirehtir bikin. Em ê di sindoqan de bersiva pêwîst bidin.”    Parlamenter Sezaî Temel jî axaftinek kurt kir û banga xwedîderketina Partiya Çepên Kesk kir.    Piştî axaftinan buroya hilbijartinê hat vekirin û merasîma vekirina buroyê bi gerandina govendê bi dawî bû.