Kahraman ê AKP’î li Mêrdînê wek namzetê serbixwe dikeve hilbijartinê 2023-04-09 16:51:16   MÊRDÎN - Mehmet Vejdî Kahraman ku AKP’ê du caran li Mêrdînê ji bo Şaredariya Bajarê Mezin weke namzet nîşan dabû, li Mêrdînê bû namzetê parlamenteriyê yê serbixwe.    Partiyên siyasî, lîsteyên xwe yên hilbijartina 14’ê Gulanê radestî Desteya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) dikin. AKP’ê, di salên 2014 û 2019’an de du caran Mehmet Vejdî Kahraman weke namzetê Şaredariya Bajarê Mezin nîşan dabû. Kahraman, ragihand ku dê weke namzetê parlamenteriyê yê serbixwe bikeve hilbijartinê. Kahraman, li pêşiya Edliyeya Mêrdînê namzetiya xwe ragihand. Balkêş e ku gelek kesên demekî dirêj e di nava AKP’ê de cih digirin û kesayetên naskirî jî tev li daxuyaniya Kahraman bûn.    Mehmet Vejdî Kahraman, di sala 2011'an de weke namzetê AKP’ê yê parlamenteriyê hatibû nîşandan û di 30’ê adara 2014’an û di 31’ê adara 2019’an de jî weke namzetê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê hatibû nîşandan.